Çîroka berxwedanê: Leyla Cûma Îbrahîm 2025-07-26 09:07:47     Oznûr Deger   ERZÎNGAN - Keça Bavê Teyar, Leyla Cûma Îbrahîm (Amara Ezda ) ku li girtîgeha jinan a Erzînganê girtiye, der barê aştiyê de axivî. Leyla Cûma Îbrahîm der barê bavê xwe de jî axivî û got: “Bavê min got ‘em li vir li berxwe didin tu jî li wir li berxwe bide’. Çawa ew tevî hemû êşan, keniya hewl da, ez ê jî mîrateya wî bidomînim.”   Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ şûnde  hat dîtin ku aştî divê demildest pêk bê û qonaxek nû destpê kir. Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin û di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde bendewariya wan heye girtîgeh in. Keça Şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di 19’yê Çileyê de di berxwedana Bendava Tişrînê de di êrîşa SÎHA’yan de hat qetilkirin, Leyla Cûma Îbrahîm (Amara Ezda) a 29 salî ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtiye, der barê pêvajoyê de axivî. Leyla Cûma Îbrahîm wek girtiyeke ji Rojava der barê tiştên jiyaye, pêvajoyê de axivî.   ‘Di encama bikaranîna madeya kîmyewî de dîl hatim girtin’   Leyla Cûma Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de têkildarî pêvajoya girtina xwe de axivî û wiha got: “Di 2021’ê de li herêma Avaşîn piştî bikaranîna çekên kîmyewî hatim girtin. Gava çekên kîmyewî avêtin, çawa diavêtin mirov ditevizîn. Bi taybet li ser mêjî xesarek mezin dihişt. Bi vê bandorê re mirov nikaribûn biaxivin, her tişt ji bîr dikin. Min ev rewş bi hevalên xwe re dît. Madeyên ku raste rast mirovan nakujin e lê mirovan ji ser hiş dixînin û madeyên ku mirovan dîl digirene. Dema ev made bê avêtin mirov xwe navêjin derve mirov dikarin bikevin û dîl bên girtin. Ji ber madeya kîmyewî ji ser hişê xwe çûm. Ev di 2021’ê de li herêma Avaşîn-Basyan pêk hatin. Ez wisa dîl hatim girtin.”   ‘Îşkenceyên giran kirin’   Leyla Cûma Îbrahîm wiha anî ziman: “2 rojan ji ser hişê xwe çûbûm. Min çavê xwe vekir leşker li ser serê min bûn. Serom di piyê min de bû. Ji bo biaxivim îşkence kirin. Bi bandora madeya kîmyewî min tişt ji bîr dikirin. Nizanim çend rojan di bin îşkenceyê de mam. Îşkenceyên giran hatin kirin. Digotin biaxive. Wêne nîşan didan. Min Tirkî nizanibû. Wergervan anîn. Leşkerekî Kurdî dizanibûn anîn. Min ev li dadgehê jî anîn ziman.”   Lêgerîna tazî û gelek binpêkirinên mafan   Leyla Cûma Îbrahîm di berdewamiyê de wiha got: “Ji ber nebûm îtîrafkar agahî nedan malbata min. Li Colemêrgê derxistin dadgehê û hatim girtin. 15 rojan li girtîgeha Colemêrgê mam. Piştre surgunê Wanê kirin. Lêgerîna tazî ferz dikirin. Min ev qebûl nedikir. Ez tenê hiştim. 15 roj şûnde şandin girtîgeha Tîpa M ya Êlihê. Li wir jî ez tenê hatim hiştin. Ez nebirim cem hevalan. Agahiya kesî ji min tunebû. Nehiştin agahî bidim malbatê. Hewcedariyên min nedihatin dayîn.”   ‘Xwestin min bê îrade bihêlin lê bi ser neketin’   Leyla Cûma Îbrahîm tiştên ku li girtîgeha Êlihê jiyaye jî wiha anî ziman: “Girtîgeha Êlihê navenda îşkenceyê bû. 9 mehan tu hewcedariyên min yên sereke nehatin dayîn. Ez bi vî awayî girtî mam. Tu têkiliya min bi derve re tunebû. Piştî parêzerê min xwe gîhand min hewcedariyên min hatin dayîn. Piştî mehan şûnde agahiya malbata min pê çêbû. Bi van pêkanînan xwestin min bê îrade bihêlin. Lê bi ser neketin.”   ‘Ez her tim xwedî hêvî bûm’   Leyla Cûma Îbrahîm axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her tim hêviya min hebû ku wê hinek kes xwe bigihînin min. Vê hêviyê ez zindî hiştim û îradeya min parast. Tişta herî zêde ez didam fikirîn ev bû ku ez ev tiştên hatine jiyîn çawa bidim bihîstin. Wek şoreşgerekê tişta ez hîn bûm ev bû; Ez tu car ne tenê bûm. Ez serokatî û hevalên xwe fikirîm û li ser piyan mam. Min parêzerê xwe dît, min xwest her tiştî bêjim. Min got qet ez nû hatime dinê.”   ‘Sînor hatin bezandin, dîwar hilweşiyan’   Leyla Cûma Îbrahîm destnîşan kir ku piştî şandine Erzînganê bi hevalên xwe re hatiye gel hev û wiha domand: “Ev ji bo min hestekî pir girîng û xweş bû. Ez gihiştim hevalên xwe, dîwar hilweşiyan û sînor hatin bezandin. Min Erzîngan nû bihîstibû. Min nizanibû hevalên min li wir hene an na. Jinek edlî ligel min bû. Min ji wê pirsî got ‘PKK mezin e ew li her derê hene’.”   ‘Her gava me dibe sedema ceza’   Leyla Cûma Îbrahîm her wiha ev tişt bi lêv kir: “Li Êlihê min têkoşîna siyasî da li Erzgînganê jî ya fîzîkî. Nêzîkatiyên li hember me tehdîdwarî ye.  Em dibêjin em gilî dikin dibêjin biçin hûn serî li ku didin bidin. Mafê dermankirinê tê astengkirin. Ji ber me zext qebûl nedikir ev saleke me nabin nexweşxaneyan. Cezayên hucreyê didin. Her gava me dibe sedema cezayê dîsîplînê. Hîna gelek pirsgirêkên didomin hene. Bi cezayên dîsîplînê înfaz tên taloqkirin.”   Leyla Cûma Îbrahîm behsa bavê xwe şanogerê Kurd Bavê Teyar kir û got: “Em malbatek welatparêz bûn. Em girêdayê serokatiyê bûn. Me têkoşîn wek berpirsyarî didît. Ez pîvanên welatparêziyê ji wî fêr bûm. Bi hewldan û berpirsyariya wî me hezkirina axê pêş xist. Dema nû min bihîst ez matmayî mam. Min nexwest bawer bikim. Bavê min digot ‘ji bo di têkoşînê de bimînî divê durist bî û ji jiyanê hez bikî. Gotinên wî her tim di bîra min de bû. Min ew her tim wek heval dît. Gotinên wî yên dawî ev bûn ‘Em li vir li berxwe didin tu jî li wir berxwe bide.’ Ew çawa ku tevî hemû êşan li ber çavên gel keniya hewl da, ez ê jî li vir heta dawî mîrateya wî bidomînim.”