Li Wanê bîranîna qirkirina Êzidiyan 2025-08-03 21:03:22   WAN-Li Wanê TJA û Komeleya Aryen Hunerê di 11’emîn salvegera komkujiya civaka Êzidî de bernameyek bîranînê pêk anî.   Li Wanê bi pêşengiya  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Aryen Hunerê bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya civaka Êzidî ya ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anî bernameyek bîranînê pêk anîn. Bername li Şano Wanê pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partî, meclîsa ciwanan a DEM Partiyê, parlamenera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Gulderen Varli û Mahmut Dîndar û gelek kes tevli bûn.   Deqeyek rêz hat giritn û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin. Piştre sînevîzyonek hat nîşandan.   Parlamenter Gulderen Varli di bîranînê de axivî û da zanîn ku ger civak bibin yek ne tenê Êzidî wê hemû li hember dagirkeran bisekinin.   Piştre muzîsyenên Aryen Hunerê derketin ser dîkê.