'Dixwazin bi zextên leşkerî îradeya xelkê wargehê binpê bikin' 2025-08-05 15:50:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Diwana Meclîsa Gel Mexmûrê Nûdem Yaman diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi zextên leşkerî dixwazin derdora wargehê dorpêç bikin.   Hikûmeta Iraqê her ku diçe zext û dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê girantir û tûndtir dike. Herî dawî îro danê sibehê şandeyek ya Iraqê bi pêşengtiya Liwa Feysel ya asta bilind a ewlekariyê ya hikûmeta Bexda û şandeyek leşkerî ya Îstixbaratê hevdîtin bi rêveberên wargehê re pêkanîn û gotin "Ew ê derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin".   Hevseroka Diwana Meclîsa Gel Mexmûrê Nûdem Yaman têkildarî rewşa dawî ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev agahî bi çapemeniyê re parve kir.   Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Iraqê dixwaze bi gefên leşkerî derdora wargehê dorpêç bikin û wiha got: “Li ser vê yekê gelek hevdîtin bi şandeyên Iraqê re hatin kirin, lê ev hevdîtin ti encam ne girtin. Di 2023’yan de jî cardin bi êrişekê xwestin wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li hemberî vê helwesta dewleta Iraqê xelkê wargehê têkoşînek bêhempa kirin. Di encama têkoşîna gel de ev daxwaza dewleta Iraqê bi li hevkirinekê bi dawî bibû. Îro cardin di demjimêrên sibehê de bê ku agahiyek bidin, şandeyek derbazî wargehê bû, bi rêveberên wargehê re hevdîtin pêkanîn û di wê hevdîtinê de ragihandin ku biryara têlkirina derdora wargehê hatiye girtin.”   Nûdem Yeman da zanîn ku ji xwe beriya vê rewşê dewleta Iraqê di hemû aliyê jiyanî de astengî ji bo gelê wargehê pêk di anîn û wiha domand: “Ti pirsgirêkên me bi hikûmeta Iraqê re tine. Di pêvajoya aştiyê de ev hewesta dewleta Iraqê bi gumane. Dixwazin bi zextên leşkerî îradeya xelkê wargehê binpê bikin. Wek xelkê wargehê em ê mîna sala 2023’yan li hemberî bê mafiya dewletê li berxwe bidin. Em bang li tevahî gelê azadîxwaz û gelê Kurd dikin ku li hemberî êrişên li ser xelkê wargehê bibin xwedî helwestek tûnd û xwedî li xelkê wargehê derbikevin.”