Çîroka rêwîtiya ber bi hêviyê ve: Mexmûr (4) 2025-08-17 09:07:30   Têkoşîna 30 salan a Mexmûrê    Jiyan Pîran - Rojda Aydin    MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Songul Guler, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya bi salan ji hêla Mexmûrê ve hatî dayîn û got: "Em, li dijî êrişan ji aliyê xwe yê zanistî, rêxistinî û baweriyê hîn xûrtir dikin. Em xwedî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derdikevin. Çawa ku me nava van 30 salan de dîrokek nivîsand, çûyîn jî hebe mayîn jî hebe dê di asta herî rûmet de be."    Mexmûr cihek e ku 30 sal in bûye sembola berxwedan û têkoşînê. Avakirina pergalê, avakirina jiyana nû, afirandin, xizmet bi hêzeke kollektîf pêş ket û heta îro hat. Jinên ku her demê pêşengtî kir di pêvajoya dawiyê de jî helwesta xwe ya berdewamkirina têkoşîna azadiya jinê da nîşandan.    Di dawiya dosyaya xwe de me bi endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Songul Guler re hevpeyvînek çêkir û bal kişand ser geşedanên demên dawiyê.    "Lê di nava van 30 salan de polîtîkayên cûr bi cûr di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de jî hatin meşandin. Lê em dikarin bibêjin ku gelê Mexmûrê ji wê demê heya îro ne dest ji hev berdan û ne jî parçebûn ket nav wan."   * Wargeha Mexmûrê ji destpêka avabûnê heta afirandina jiyaneke alternatîf di nav berxwedanê de bû. Bi têkoşîna xwe navê xwe li dîroka Kurdistanê xist. Li ser vê esasî divê mirov Mexmûrê çawa pênase bike?    Dîrokek 30 salan a Mexmûrê heye. Ev 30 sal bi hêsanî derbas nebû elbet. Bi temamî bi têkoşîn û bi berxwedanê derbas bû. Dema ku mirov biçe beriya 30 salan, polîtîkaya ku li Bakûrê Kurdistanê dihat dimeşandin dihat xwestin ku herêm bêmirov bê hiştin. Polîtîka li Botanê dan meşandin. Di encama vê polîtîkayê de nêzîkî 4 hezar gund hatin şewitandin. Ew gund jî wê demê şoreşekê dan meşandin. Li hemberê dewleta Tirkiyeyê serî netewandin, koçber bûn û hatin Başûrê Kurdistanê. Vê derê jî di bin hîmaya dewleta Iraqê de bû hîna başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ava nekiribû. Salên ku em behs dikin salên 90’î ne. Ev gel serî li ber dewleta Tirkiyeyê dema netewand ku ez hewara xwe bigihînim xwîşk û birayên xwe yên li parçeyê li başûr dijî û em bikaribin jiyanek bi rûmet bi hev re bimeşînin. Hemû dert ew bû ku jiyanek bi rûmet bijî. Li Başûrê Kurdistanê cih hatin dayîn. Wek Etrûş, Nînova, Bihêrê, Nehdara û hwd.    Li van deran wek penaber di hîmaya dewletên Netewên Yekbûyîn de cih hat dayîn. Lê polîtîkayên ku beranberî gelê Wargeha Mexmûr, ew gelên berxwedêr û gelên şoreşekî li beramberî dewleta Tirkiyeyê dabû avakirin belaxwe jê venadidan. Dewleta Tirkiyeyê vê yekê hezm nedikir. Ji bo ku vê gelê di nava gelên erep û başûr de parçe û tune bike hemû polîtîkayên qirêj dan meşandin. Ambargo li pêş xistin, dora wargehê hat têlkirin û hatin mayînkirin, gel hat gulebarankirin. Gelek mirov wê deme şehît ketin û hatin windakirin. Li beramberî jin, zarok û gel polîtîkayên birçîbûnê dan meşandin ku xwestin serê wan bitewînin. Lê di nava van 30 salan de polîtîkayên cûr bi cûr di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de jî hatin meşandin. Lê em dikarin bibêjin ku gelê Mexmûrê ji wê demê heya îro ne dest ji hev berdan û ne jî parçebûn ket nav wan. Ligel rûxmê van êriş û polîtîkayan em dikarin bibêjin ku gel bû yek, yek rih û yek bedenekê. Çandekî berxwedanê li gor rewşa wargehê û li gor derûniya penabertiyê dan avakirin. Ev çand jî ji wê demê heta îro berdewam dike.         " Dema kon hatin danîn, di van konan de pergalek çawa bê avakirin, wê zarokên xwe çawa xwedî bikin, ew ê debara xwe çawa pêk bînin ev hemû ji hêla jinan ve pêk dihat."   * Di her şert û mercan de jin her roleke sereke û pêşeng list. “Li Mexmûrê jinbûn” taybetmendiyeke û divê mirov çawa binirxîne?    Me dema behsa roja destpêkê heta roja îro kir, sereke rola jinê wê rojê heta îro di nava 30 salan de di asta jiyanê, berxwedan, têkoşîna netewî, têkoşîna cinsî de em dikarin bibêjin ku jinên Mexmûrê rol dilêystin. Roja ku em koçber bûn bi pêşengiya jinên jiyan hat afirandin. Dema kon hatin danîn, di van konan de pergalek çawa bê avakirin, wê zarokên xwe çawa xwedî bikin, ew ê debara xwe çawa pêk bînin ev hemû ji hêla jinan ve pêk dihat. Em dikarin bibêjin ku li derdora konên xwe şînkayî di wê rewşê de didan avakirin. Di wargehê de em dikarin bibêjin ku di her şert û mercê de peyama “çi dibe bila bibe jiyan berdewame" didan. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin jiyan bi destên jina wargeha penaberan ên Mexmûrê de hat hûnandin. Ev mora xwe rojevê, dîrokê, qada têkoşînê, siyasetê jî dida. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin jinên Mexmûr gelek aliyan de têkoşîn didan meşandin. Hem jiyan dan avakirin, hem jî ji bo nasnameya netewetiyê têdikoşiyan. Bi vê nasnameyê têkoşîna xwe da meşandin.    Di van sê aliyan de em dikarin bibêjin jinên Mexmûr têkoşînakî bê hempa didan meşandin. Ji wê rojê heta îro em dikarin bibêjin civakek û pergalek çawa dane avakirin? Em dikarin bibêjin di pergala netewa demokratîk de wek meclîsên jin, saziyên jin û wek akademiyên jin hatine avakirin. Ji xwendina zarokên keç bigire heta bibe xwedî pîşeyek, vîn û nasname pêşiya wan tê vekirin. Di hemû qadên siyasî de em dikarin bibêjin ku pir rehet rol û misyon dikeve ser milê jinê. Vê yekê jî pir baş rêve dibin. Di nava van 30 salan de bi sedan jinên ciwan ên Mexmûr tevlî refên gêrîla bûne. Di asta fermandariyê de têkoşîn dane meşandin. Gelek hevalên me jî gihîştine asta şehadetê. Di hemû aliyan de jinên wargehê di nava van 30 salan de rol û misyona xwe dane lîstin.  Em dikarin bibêjin ku jinên Mexmûrê dîrokek nivîsandin.    "Di sala 2019’an de PDK carekdin ambargo danî, ji 4’ê Nîsanê vir ve jî dewleta Iraqê ambargo danî ser wargehê. Ev hemû ji hev qût nînin. Ev siyaset ji hev qût nînin û pir tesadûf jî nînin. Dixwazin Mexmûr tune bikin û ji holê rabikin."   * Ligel êriş, ambargo, DAIŞ'ê berxwedana gel her li pêş bû. Gelek caran bi tena serê xwe man lê tu carî dev jî heqîqetê bernedan. Mirov ji bo berxwedana şêniyên Mexmûrê dikare çi bêje?   Wekî me serê de jî anî ziman  polîtîkayên ku salên 90’î de dan meşandin xwestin herêmê bêmirov bihêlin îro ev ambargo hîn jî berdewam dike. Çawa ku li Etrûşê ambargo hat danîn û bi heman ew mirov nan peyda nedikirin bixwin, îro jî ev berdewamiya wê amborgoyê ye. Armanc wê ew bû ku gel ji ax, ziman û nasnameyê qût bikin. Armanc bêkok hîştin bû. Ev polîtîka ne bi tenê ji bo gelê wargehê her wiha li ser hemû kurdan dihat meşandin. Kurdên me yên ku îro çûne Ewropayê û welatên cûr bi cûr jî. Her çûne ku bila biçin bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi rê û rêbazên xwe yên çawa fêr bûne di nava van 30 salan de jî wisa didin berdewamkirin. Ne çand, ne ziman nehîştine bihele û tune bibe. Ya yekem ji wê rojê heta îro girêdanbûnekî wisa bi kok û saxlem hebû. Ya duyem jî baweriya beramberî bîrdoziya netewa demokratîk ku bi pêşengiya Rêber Apo de hatiye avakirin, baweriyek mezin beramberî vê bîrdoziyê hebû. Baweriya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo jî hebû. Dema welatparêzî û baweriya bîrdoziya Rêber Apo ku daye avakirin ku dema mirov tîne ba hev wek xercekî pir xurt gelê wargehê de da avakirin. Ev bi xwe re berxwedanê, vîn û seknekî anî. Bi xwe re çandekî berxwedanî da avakirin.    Beramberî hemû êrişan ew rih gelê Mexmûr li ser nigan girt. Di salên 90’î de çawa amborgo hat danîn, sala 2019’an de jî ambargoya PDK ji nû ve dîsa hat danîn. 2019’an vir ve ambargo hîna li ser gelê wargehê heye. Em dikarin bibêjin 4’ê Nîsanê vir ve jî dewleta Iraqê ambargo daniye ser gelê wargehê. Ev hemû ji hev qût nînin. Ev siyaset ji hev qût nînin û pir tesadûf jî nînin. Dixwazin Mexmûr tune bikin û ji holê rabikin ev tişt ji roja destpêkê heta niha berdewame. Aliye wê yê siyasî jî mirov dema binirxîne jî mirov dikare bibêje pêvajoya ku di pêşengiya Rêber Apo de wek civaka demokratîk û azad hatiye avakirin de taybet em dikarin bibêjin Mexmûr jî xalekî ya mûzakereyê ye. Hemû gelê cihanê, gelê Mexmûrê û dewlet jî dizane. Ji bo ku Wargeha Mexmûr nebe mijara mûzakereyê, ji bo ku dewleta Tirkiyeyê bi rûreşiya xwe re rû bi rû nemîne dixwazin van ambargoyan hêj bişidînin. Bi vê awayî dixwazin vîna gelê wargehê bişkînin û ji wargehê derbixînin. Zemîna vê dane avakirin û dixwazin yek bi yek me ji vê derê derbixin. Em van polîtîkayan ji roja ewil ve nas dikin. Em jî li hember van êrişan aliyê xwe yê zanistî, rêxistinî û baweriyê hîn xûrtir bikin. Em xwedî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derdikevin. Çawa ku me nava van 30 salan de dîrokek da nivîsandin, çûyîn jî hebe mayîn jî hebe divê di dîrokê de di asta herî rûmet de cihê xwe bigire.       "Di wan kêliyan de ew ciwan di cihê xwe de nikaribûn bisekinin, dipelpitîn. Me vê kelecaniyê di çavên hemû kesan de dît. Dema peyam hat xwendin bi tililiyên dayikan hat pêşwazîkirin. Silavên ew qas xweş û germ ji Rêber Apo hatiye me bawer nedikir, piştî ew qas dem."           * Hûn pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo şêniyên Mexmûrê şandin çawa şîrove dikin? Şeniyên Mexmûrê peyam çawa pêşwazî kir hest û ramanên wan çi bû?   Peyama Rêber Apo ku ji me re hat, kêf, coş û morelek mezin da gelê wargehê. Rêber Apo pêvajoyek ew qas hesas de em dizanin 24 saetan ji bo gelê xwe têkoşîn û xebat dide meşandin. Di demek wisa de wext ji wargehê re veqetandin û peyamek taybet şandin ji bo me kêfxweşiyek mezin û cihê şanaziyê bû. Rêber Apo pirs ji me kiriye bi awayek kolektîf dê çûyîna we hebe? Ji bo pêvajo hîn tendûristir dibe, ji bo ku ev pêvajo bigihîje asta herî jor û xeyalên şehîdên me pêk were, armanca 50 salan di asta herî jor de bi rûmet eger bi encam bibe em jî wek gelê wargehê dixwazin di vê pêvajoyê de di asta herî jor de cihê xwe bigirin. Li gor pêvajoyê em jî tevbigerin. Rêberê me îro çawa bibîne elbet em jî wek gelê wargehê em ê tevî vê pêvajoyê bibin. Ji bo me serbilindiya herî mezin e.        Dema gotin peyam ji Rêber Apo hatiye û saet diyar kiribûn ku dê bê xwendin. Me dikir nedikir ku ew saet nedihat ku em kom bibin û ew peyam ji me re were xwendin. Ya herî balkêş ew bû ku ciwan pir zêde bûn. Em dikarin bibêjin ku hemû gelê wargehê li wê derê kom bûbûn. Rûxmê çixwasî germ be jî astmosfera heyî zêdetir germ û bi coş bû. Di wan kêliyan de ew ciwan di cihê xwe de nikaribûn bisekinin, dipelpitîn. Me vê kelecaniyê di çavên hemû kesan de dît. Dema peyam hat xwendin bi tililiyên dayikan hat pêşwazîkirin. Silavên ew qas xweş û germ ji Rêber Apo hatiye me bawer nedikir, piştî ew qas dem. Gel daxwazkirin ku carekedin ev peyam bê xwendin ku em rihê Rêberitiya xwe di rihê xwe de hêst bikin. Hêstiyarî çêbû û atmosferek pir pozîtîf hebû. Ger ew peyam heta serê sibehê dehan caran bihata xwendin ez di wê baweriyê de me ku ew dayik dê heta sibehê bidana ber tililî, çepik û dirûşmeyan. Di wan kêliyan de hesreta beramberî Rêber Apo pir şênber derket holê. Ev ji bo me rojekî dîrokî bû."