Belgefilma Gulistan Tara sibehê tê weşandin 2025-08-22 15:46:11   NAVENDA NÛÇEYAN  - Jiyan, lêgerîna heqîqetê û dema rojnamevaniyê ya Gulistan Tara ya ku li Êlihê destpê kir û li Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam kir, di belgefilmekê de tê vegotin. Belgefilma bi navê “Gulistan Tara: Ronahiya Rastiyê” sibe di Stêrk TV de tê weşandin.   23’yê Tebaxa sala borî li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk rojnamevan Hêro Behadîn û pê re rojnamevan Gulistan Tara jî qetil kir. Li ser jiyan, rojnamevanî û lêgerîna Gulistan Tara ya ji bo heqîqetê, belgefilmek hate amadekirin.   Belgefilma bi navê “Gulistan Tara: Ronahiya Rastiyê” ji aliyê rojnamevan Alî Guler ve hate amadekirin. Belgefilm 23’yê Tebaxê roja Şemiyê ango sibe bi saeta Brukselê 20.00’an wê di Stêrk TV de were weşandin.   Belgefilm bi vegotina endamên malbatê û hevalên wê hatiye amadekirin.   Alî Guler têkildarî belgefilmê agahî dan û got, “Li welatê me û li herêmên cuda yên cîhanê her roj rojnamevan tên qetilkirin. Desthilatdar ji bo raya giştî nûçe û rastiyan nezane, rojnamevanan hedef digire.”   Alî Guler bi bîr xist ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn rojnamevan tên hedefgirtin û ev tişt got: “Di salên 1990’an de rojnamevanên Kurd ji ber ku şewitandinên gundan û komkujî dinivîsandin, dihatin kuştin. Mixabin îro jî bombe li rojnamevanên Kurd tên barandin û tên kuştin. Gulistan Tara jî salên dirêj rojnamevanî kir û bi balafira şer a Tirk bombe lê hate barandin û bi hovane hate kuştin.”