Xwediya Xelata Nobelê Jody Williams: Ocalan ji bo aştiyê hewldanek cidî dike 2025-08-25 09:03:00     Melek Avci    ENQERE - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams got, "Divê Tirkiye şert û mercên ku Abdullah Ocalan di pêvajoya danûstandinan de cih bigire biafirîne."   Di 24'ê Tîrmehê de, 88 xwediyên Xelata Nobelê nameyek piştgiriyê ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşandin. Di nameyê de, 88 xwediyên Xelata Nobelê ji warên cuda ji saziyên navneteweyî û Serokkomariya Tirkiyeyê re xîtab kirin, piştgiriya xwe ji bo banga Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd anîn ziman.   Îmzekaran diyar kirin ku banga Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, di demekê de ku pevçûn li çaraliyê cîhanê dijwar dibin, ji bo gelên herêmê ronahiyek hêviyê ye.   Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams li ser sedemên îmzekirina nameyê û pêvajoyê axivî.   'Ocalan hewlek cidî dide'   Jody Williams diyar kir ku wan nameyek ji bo piştgiriya banga aştiyê ji gelek saziyên navneteweyî re şandine. Jody Williams got, "Xwediyên Xelata Nobelê yên ku name şandine xwestin mafên Ocalan biparêzin û piştgiriyê bidin hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Tirkiye û Kurdan de. Bi xwe, min ev name îmze kirin ji ber ku ez bawer dikim ku Ocalan hewlek cidî dide da ku pevçûna bi salan a di navbera Tirkiye û Kurdan de bi dawî bike."   'Divê beşdariya tevahî ya Ocalan di pêvajoyê de were misogerkirin'   Jody Williams diyar kir ku tecrîda berdewam, ji bo herdu aliyan derfetên wekhev peyda nake. Jody Williams got, "Ji bo ku banga Ocalan bibe rastî, divê hikûmeta Tirkiyeyê şert û mercên ku Ocalan bikaribe bi tevahî beşdarî danûstandinên aştiyê bibe peyda bike. Tecrîda Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê û redkirina hevdîtina parêzerên Ocalam van şertan pêk naynin."   'Em dikarin vê yekê bi danûstandinên cidî biguherînin'   Jody Williams, li ser hêdîbûna leza Tirkiyeyê û paşxistina pêvajoyê wiha şîrove kir, "Cîhan di rewşek dijwar û xeternak de ye û bi raya min, em tenê dikarin vê yekê bi danûstandinên cidî biguherînin. Ocalan bi banga xwe ya ji bo aştiyê û fesixkirina PKKê, pêvajoyek ku dê demokrasî û aştiyê bîne Tirkiyeyê nîşan da. Bê guman, Kurd nikarin bi tenê gavan danûstandinan bikin. Divê Tirkiye jî beşdarî pêvajoyê bibe û divê rêxistinên navneteweyî û herêmî piştgirîya wê bikin."   'Şirîkên guhertinê bin'   Derbarê bandora banga nivîskar û çalakvanên xelatgirên Xelata Nobelê ya li ser raya giştî ya cîhanî de, Jody Williams wiha got: "Ez difikirim ku kiryarên xwediyên Xelata Nobelê dikarin bibin alîkar ku ferqek çêbibe, lê em mûcîzekar nînin. Li gel kesên din ên ku bi rastî dixwazin guhertinek erênî li cîhanê bibînin, em dikarin di pêvajoyên guhertinê de şirîkên hev bin. Bi rastî, her ku hikûmet û hwd. di pêvajoyekê de beşdar bibin, dikare ew qas tevlihevtir dibe. Lê gava ku ew kesên beşdar bi rastî guhertinê dixwazin, her tişt mimkun e."