ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-12 09:00:00     * Li Amedê li Parka Koşuyolu di 2006’an de di teqîna pêk hat de 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Gumanbarên bûyerê hîna derketine holê û di 19’emîn salvegera komkujiyê de vê rewşê ev komkujî hîna nedaye jibîrkirin.   * Berîvan Tîbelîk ya ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hat avêtin û 40 roj in li ber xwe dide wiha got: “Em li qadê yek jî bimînin em ê heta dawî têbikoşin. Heta keda me ya hatiye dizî nedin em ê li kolanan bin.” DÎMEN HEYE   *Jinan balkişandin ser qetilkirinên jinan yên her diçin zêde dibin û diyar kirin ku çareserî ne tenê sererastkirina qanûnan e, çaerserî wê bi hişmendiya civakî û parastina cewherî pêk bê. Dîlan Çelîk ya TJA’yî  diyar kir ku di meha tebaxê de 28 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û got: “Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran. Divê qanûnên bi bandor demildest pêk bên.” DÎMEN HEYE   *Semra Yildiz û Cemîle Çelebî diyar kirin ku ew tevî êşên ku hatine jiyîn wê daxwaza aştiyê bidomînin. DÎMEN HEYE   *Li taxên Şehîdlîk û Ben û Sen a Amedê pirsgirêkên welatiyan nayên çareserkirin. Jinên taxê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku daxwazên wan nayên dîtin û ji ber pirsgirêkên heyî jiyana li taxê nemaye. BI DÎMEN