Mafê hêviyê hat nîqaşkirin: Divê Tirkiye gavê biavêje 2025-09-12 13:27:57     AMED -Di axaftinên ku di panela ji  hêla TJA ve bi dirûşma "Mafê hêvî û azadiyê israra jinan e" hate organîzekirin, hat diyarkirin ku divê Tirkiye bê şert û merc gavan biavêje.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amed panelek bi dirûşma "Mafê hêvî û azadiyê israra jinan e" li dar dixe. Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan ( DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Unsal Aslan, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amed û gelekên din  beşdarî panelê bûn.   Hevseroka OHD Ekîn Yeter di serî de axivî û diyar kir ku "mafê hêviyê" di dema pêvajoya Civaka Demokratîk de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin, lê bi salan e ku di rojeva gelê Kurd de ye. Yeter destnîşan kir ku ev maf tenê bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ketiye rojeva beşên din ên civakê. Ekîn Yeter got, "Mafê hêviyê hêviya berdana mehkûmekî ji girtîgehê temsîl dike.Qanûnek cezayî ya cudakar  tê sepandin, bi taybetî li ser girtiyên siyasî. Bi rastî, ew ji bo tirsandina kesên ku têdikoşin û bi tevahî nerazî ne tê bikaranîn. Ev qanûna cudakar kûrtir dibe û tê pêşxistin. Dema ku Birêz Ocalan cara yekem hate girtin, cezayê darvekirinê lê hat birîn, ku paşê veguherî cezayê muebetê yê girankirî. Ev qanûna cezayî kesane ye, bi taybetî ji bo Birêz Ocalan hatiye pêşxistin. Paşê, girtiyên din jî rastî heman muameleyê hatin."   Ekin Yeter girîngiya têkoşîna hiqûqî ya ji bo mafê hêviyê di hilweşandina rejîma dij-demokratîk de destnîşan kir û got, "Heta ku ev binpêkirin neyên eşkerekirin û pêkanîna mafê hêviyê negihîje daxwazek giştî, daxuyaniyên pisporên hiqûqî têrê nakin. Ji ber vê yekê em li vir in. Em li vir in ku vî dengî di dem û cîhê rast de saz bikin û banga jinan bigihînin mekanîzmayên pêwîst."   'Divê Tirkiye bê şert û merc gavan biavêje'   Parlamentera DEM Partiyê û rêvebera Baroya Amedê Newros Uysal Aslan diyar kir ku Tirkiye li gel biryarên îhlalkirinê jî tu gav neavêtine û got, "Em gavneavêtina Tirkiyeyê di vê mijarê de ji helwesta wê ya li hemberî gelê Kurd û Birêz Ocalan nikarin cuda bigirin dest. Ev tedbîr ji ber înkarkirina Kurdan a bi salan tên gitin û gav nayên avêtin. Guhertina zimanê siyasetê tê wateya guhertina zimanê dadgehan. Ez wekî jineke Kurd û parêzerek, hêvî dikim ku ev pêvajo bibe sedema aştî û jiholêrakirina neheqiyan. Divê mafên mirovan ên girtiyan wekî mijar werin naskirin. Divê Tirkiye ji bo mafê hêviyê ku girtiyan, bi taybetî Birêz Ocalan û beşek mezin a civakê eleqedar dike, bê şert û merc tedbîran bigire."   Ji bo mafê hêviyê bi israrin   Ayla Akat ya Ji Tevgera Jnên Azad (TJA), diyar kir ku gelê Kurd ji darbeya 1980'an vir ve li dijî zilm û neheqiyê têkoşîneke mezin daye û got, "Mixabin, ji wan rojan ve 45 sal derbas bûne. Di vê demê de, têkoşîneke pir girîng ji bo azadiyê hat dayîn. Tevî têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê, em binpêkirinên maf û binpêkirinên azadiyê yên ku ji hêla hemî girtiyên girtî an jî bi neqanûnî hatine girtin ve têne jiyîn û helwesta israr a destûr û pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê li ser vê mijarê şermezar dikin. Em dibêjin ku mafê hêvî û azadiyê israr û daxwaza jinan e."    Zarokên me tên qetilkirin   Dayika Aştiyê Hava Kıran derbarê mafê hêviyê de got, "Ev ji bo her çar perçeyên Kurdistanê derbas dibe. Pêşî ji bo Ocalan derbas dibe, paşê ji bo hemû jinan. Weke dayikekê, ez 32 sal in diçim girtîgehê da ku kurê xwe bibînim. Em naxwazin ku ev pêvajo mîna maseya Dolmabahçeyê bê qulipandin. Zarokên me dimirin, em tên girtin, lê em dîsa jî aştiyê dixwazin."   'Mafê hêviyê mafekî bingehîn e'   Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinnar Saklik got, "Em jin in yên ku hêvî û rastiyê herî baş dizanin," û got, "Em vê yekê ji hesreta dayikekê ya ji bo hevdîtina bi zarokê xwe re dizanin; em vê yekê ji têkoşîna azadiya hemû girtiyan, di şexsê jinên dîlgirtî yên ku di girtîgehan de li ber xwe didin, dizanin. Ji ber vê yekê, hêvî, di bingeh de, navê ji nû ve avakirina jiyanê ye. Belê, qanûna navneteweyî îro jî vê yekê dibêje: Mirovek, bêyî ku rewşa wî/wê çi be, mafê wî/wê yê hêviya pêşerojê heye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî li Tirkiyeyê diyar kiriye, 'Divê cezayê mirovekî were nirxandin; di rastiyê de, divê îhtîmala berdana wî/wê ji bo pêşerojê hebe.' Bi gotineke din, mafê hêviyê mafek bingehîn e ku rûmeta mirovan ji bo girtiyan diparêze. Lê mixabin, pergala cezayê heta hetayê ya dijwar a îro li Tirkiyeyê mirovan ji vî mafî bêpar dike; ji wan re dibêje, 'Ji bo we pêşerojek tune ye.' Eger pêşeroj tune be, mirovahî jî tune ye. Mînaka herî berbiçav a vê yekê rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e."   'Têkoşîna ji bo mafê hêviyê girîng e'   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bal kişand ser salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê got, "Bi darbeyê re, malbatên Kurd li dijî rejîma ku ji hêla leşkerî ve li ber deriyê zindanan hatibû afirandin, têkoşînek mezin dan. Tevî 45 salên ku derbas bûne, têkoşînên girîng ji bo mafan, têkoşîna jinan û têkoşîna azadiya Kurd dewam kiriye, îro em li ser tecrûbeyên hevalên xwe, bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan, ku cezayên giran ên girtîgehê wergirtiye, nîqaş dikin. Têkoşîna ji bo mafê hêviyê pir girîng e."