Abdullah Ocalan: Çapemenî xwedî berpirsyariyeke dîrokiye 2025-09-20 20:22:43   STENBOL- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji merasîma Xelata Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re name şand. Abdullah Ocalan di nameya xwe de wiha got: “Dema gotin bi heqîqetê re bê gel hev gelek bi bandore; Divê neyê jibîrkirin ku afirîner û rêveber e.  Li gorî vê heqîqetê, di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 32’emîn merasîma Xelata Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re name şand.   Nameya ku Abdullah Ocalan şaniye wiha ye:   “Hawira salên 1970’ê ji aliyê Kurdan ve divê baş bê fêmkirin. Înkar di asta jor de ye. Rev di asta jor de ye. Navê Kurdbûnê jî  xwe dur digirin, hawir bi înkarê hatiye hûnandin. Tu navê xwe jî bêjî, tê wateya ku te her tişt winda kiriye.  Di salên 1970’ê de min xwest veguherînek dîrokî bikim. Ez li Stenbolê çûm komeleyan û min hewldana yekem kir. Min got ez ‘têgeha Kurd bikar bînim’ û min bikaranîn. Min Musa Anter cara yekemîn li wir dît. Ev cara ewil û dawî ya dîtina wî bû. Apê Musa gelek bi nirx û rûmete. Piştî salên 1940’î ji kesên ewil yên dengên xwe bilind kir bû. Belkî jî piştî duyemîn şerê cîhanê welatparêzê cidî yê yekane bû. Bi tena serê xwe wek partiyekî tevgeriya.Çaryeka serdalê wek yek partiyekê tevgeriya. Partî ava nekir, lê ji bo Kurdan bi riya wêjeyê hinek tişt gotin. Di mijara wêjeyê de Yaşar Kemal çibe ew jî ew e. Yaşar Kemal di Tirkî de wî jî di Kurdî de. Ev gelek bi nirx e. Di vî alî de xwedî taybetiyeke ewil e. Ji xwe ji ber wisa bû ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Di hevdîtina me ya li Stenbolê de kurt be jî derfetê ku em bi hev re bimeşin çêbû. Şîreta wî ji bom e hebû. Got ‘xwedî li xwe derkevin’. Me jî hewl da em vê bikin, em xebitîn û hîna jî dixebitin. Ji wê rojê heta îro em hatin.   Niha jî bi armanca avakirina Aştî û Civaka Demokratîk em pêvajoyekê dimeşînin. Serkeftina wê jî wê hewldaneke esas û bi nirx bîne. Bawerî û hêviya min ya bi serkeftinê bilind e. Dema gotin bi heqîqetê re bê gel hev gelek bi bandore; Divê neyê jibîrkirin ku afirîner û rêveber e.Bi vê heqîqetê, xebatkarên çapemeniyê di vê mijarê de berpirsyarî û rola xwe bicihanîn berpirsyariya dîrokiye.   Di dawiya gotinên xwe de şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bibîr tînim, ji bo hemû xebatkarê çapemeniyê yên di şopa Musa Anter de dimeşin û îdealên wî pêk tînin re serkeftinê dixwazim.”