ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-23 09:00:00     *Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Besriye Tekgur, destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" bangek gerdûnî ye. Besriye Tekgur diyar kir ku bidestxistina aştiyê dê li Rojhilata Navîn veguherînek mezin çêbike û got: "Gelên Rojhilata Navîn êdî nikarin ji hêla dewletek neteweyî ve werin birêvebirin." BI DÎMEN   *Keşîxaneya dîrokî ya Dêr Meryem ku li deşta li gundê Araz ê navçeya Payîzava ya Wanê û li kêleka Çemê Norduzê hatiye avakirin, me dibe rêwîtiyek dîrokî, lê li gel vê bedewiya wê dêra ku terkî qedera xwe hatiye kirin  mirov xemgîn dike. DÎMEN HEYE   *Cemre Topal, endama koma Lêkolînên Zayendî û Hiqûqê ku faktorên li pişt kuştinên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê nirxand, diyar kir ku pirsgirêk ji pergala desthilatdariyê û ji ber ku qanûn bi awayekî çalak nayê sepandin derdikeve holê. DÎMEN HEYE