18’emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navnetewî li Sale dest pê kir 2025-09-23 12:15:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya navdarên sînemayê yên dinyayê, 18’emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navnetewî li bajarê Sale pêk tê. Di Mihrîcanê de, fîlmên ku hêza jinan a xeyalçêkirinê nîşan didin, tên pêşandan.    18’emîn Mihrîcana Fîlman a Jinan a Navnetewî di 22’yê Îlonê de li bajarê Sale dest pê kir û ji aliyê Komeleya Abî Raqraq û bi piştevaniya Meclîsa şaredariya Sale ve hat organîzekirin. Mihrîcan wê heta 27’ê Îlonê bidome. Di şeva vekirinê de ji 5 parzemînan stêrkên sînemayê cih girtin.    Di merasîmê de lîstikvanên Mexribê Souad Najjar û Farah El Fassi, rojnamevan Sabah Bendawood û lîstokvana Misrî Hanan Motawie xelatên rûmetê girtin.   Di Mihrîcanê de, fîlmên ku hêza jinan a xeyalçêkirinê nîşan didin, tên pêşandan. Panelên fikirînê û xelatên rûmetê bi bernameyek dewlemend wê werin pêşkêşkirin. Di heman demê de temayên ku pirsgirêkên jinan li welatên cûda dinirxînin, cih girtin.   Di pêşbaziya fermî ya mihrîcanê de 10 fîlmên metraj dirêj beşdar bûne. Ev fîlm; ji Fransa, Spanya, Elmanya, Çîn, Çekya, Norveç, Avusturya,Brezîlya û Senegalê tên. Serokatiya jurî ya pêşbaziyê derhênerê Brezîlya Sandra Kogut girt, di juriyê de derhênera Fransî Valerie Massadian, lîstikvana Lubnanî Takla Chamoun, hunermenda Mexribê Sanaa Alaoui û çêkerê Ruandayî Myriam U. Perara cih digrin.   Her wiha di mihrîcanê de wê xelatên ‘Xelata fîlmê yekem’, ‘Listikvana jin a herî baş’ û ‘lîstikvanê mêr ê herî beş’ were dayîn. Ji derveyî xelata mezin û xelata taybet a jurî, xelata ‘yaxa bi nirx’ jî bide çêkeran. Di heman demê de ji bo temaşevanên ciwan jî fîlmê herî baş ê Mexrîbê di qada ‘dirêj û kurt’ de du xelatên taybet hene.   Di qada Belgeselê de jî ji Fransa, Belçîka, Kanada û Efrîqaya Başûr 5 fîlmên metraja dirêj di pêşbaziyê de ne. Serokatiya jurî çêkerê Fransî Annie Ohayon-Dieckel dike, di nava endaman de derhênera Belçîkayî ku koka wê ji Gabone ye Nativel Pontaliee û senarîsta Fransî Laetitea Kugler hene.     Mihrîcan bi temaya wek ‘Sansura di sînemayê de’, ‘Şopên jinên Saleyî li ser çand û mîrasê’ malovaniyê ji gelek panel û çalakiyan re dike. Di heman demê de di navbera derhêner Khawla Asbab Ben Omar û Raouf Sabah de talafuz, ji bo hunermendê Mexrîbî Muhammad El Shoubi rûniştinek bîranînê dê bê lidarxistin.    Di beşa nasandina pirtûkan de, ji zanîngeha Hassan a 2’yem a li Kazablankayê akademîsyen Najate Ennarsî wê pirtuka bi navê ‘Xebatên civakî yên jin û zayendê: Têgînên bingehîn’ pêşkêş bike. Ev xebat, di qada xebatên jin û zayenda civakê de, yekîtiya termînolojîk pêk bîne, hedef dike ku valatiya di ferhengên taybet de tije bike.