1500 name ji Abdullah Ocalan re hatin nivîsandin 2025-09-23 13:09:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyekê hemleya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî kir. Beriya daxuyaniyê 1500 nameyên ku hatibûn nivîsandin, ji bajaran hatin girtin.   Di çarçoveya hemleya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, Kongra Star rêzeçalakî li bajarê Hesekê li dar xistin. Îro jî bi komkirina nameyan û bi daxuyaniyekê hemleya xwe bi dawî kir. Nameyên ku li 6 bajaran; Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Hol û Şedadê hatibûn nivîsandin, îro radestî navenda giştî ya Kongra Star a bajarê Hesekê kirin. Kongra Star dê wan nameyan bişîne Îmraliyê.   Daxuyaniya têkildarî mijarê ji hêla endama Kongra Star Alaa Îbrahîm ve hate xwendin. Hate gotin hemleya wan di 9'ê Îlonê de dest pê kiribû û li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Hol û Şedadê bi rê ve çû.   Kongra Star diyar kir ku li her şeş bajaran 1500 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine nivîsandin û dê jê re bişînin.