Komkujiya li Dêr Hafirê hat şermezar kirin 2025-09-23 15:44:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Bajarê Tebqayê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir û diyar kir "Şêniyên Tebqayê li hemberî her kiryareke hovane ya li dijî welatiyên Sûriyeyê yek in."   Meclisa Bajarê Tebqayê der barê komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê de ku çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz pêk anîbû, daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada meclisê bi amadebûna rêveber û endamên meclisê, nûnerên malên gel û hevserokên komînan hat dayîn. Hevseroka Meclisa Gel a Şehîd Mehmûd Sayil Coriye El Elî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji dema îmzekirina 10’ê Adarê, hewl dide peymanê têk bibe û hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst zextê li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dike. Di heman demê de komên girêdayî xwe yên wekî El Meşat û El Hemzat  di êrişên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, bi taybetî herêmên gundewarê rojhilatê Helebê bi kar tîne. Bi van êrişan dixwaze Hêzên Sûriyeyê Demokratîk provoke bike û wê bikişîne nava şer û ewlehiya herêmê têk bibe. Piştre, QSD’ê bi provokasyonan sûcdar bike."   Di daxuyaniyê de komkujiya li dijî gundê Um El Tîna, revandina jinên bi navên Nûrhan û Heyfa hatin şermezarkirin. Hate destnîşankirin ku rastiya vî sûcê berevajîkirin û QSD’ê bi pêkanîna wê sûcdar kirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li ku derê dibe bila bibe, şêniyên Tebqayê li dijî her kirineke terorî li dijî welatiyên Sûriyeyê yek in. Em bi çareseriya sûriyeyî-sûriyeyî re ne. Em hewldanên lawazkirina peymana 10’ê Adarê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê red dikin."