Jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Rojîn Kabaîş serhildana me ye 2025-09-27 20:23:00   WAN - Li Wanê çarçoveya kampanyaya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ ji bo Rojîn Kabaîş meş pêk hat. Jinan di meşê de gotin: “Di serî de dosya Rojîn Kabaîş û ya hemû jinan ronî bibe, heta polîtîkayên şerê taybet neyê îfşakirin em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”   Ji aliyê saziyên jinan yên Wanê ve kampanya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ hatibû destpêkirin û çarçoveya kampanyayê de ji bo xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş ya 21s alî ku biguman jiyana xwe ji dest dabû meş pêk hat.   Ligel bavê Rojîn Kabaîş û xizmên wê, TJA, Komeleya Jinan a Star, Platforma Jinan a Wanê, rêxistinên civakî û pîşeyî, DEM partî, Parlametnerên Dem partiyê Gulderen Varli, Mahmun Dîndar û hevşaredara bajarê mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê bibû Neslîhan Şedal tevli meşê bûn.   Jin ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydani bi dirûşmeyan meşiyan. Li Kent Meydani daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê Şukran Şen daxuyanî xwend.   ‘Rapora duyemîn 6 mehe nekirine dosyayê’   Şukran Şen daxuyakirin ku mirina bi guman a Rojîn Kabaîş yek ji mînaka herî balkêş a polîtîka şerê taybete û wiha got: “Mirina Rojîn Kabaîş ne tenê xespkirina jiyana jineke ciwane, heman demê de hedefgirtina jiyana jinan e, Di rapora saziya tipa edlî de DNA’yê mêran hatine tespîtkirin. Lê ev bi guman neehatin dîtin, nasname nehatiye testpîkirin û serê hatiye girtin. Duyemîn rapora ATK’ê ev 6 mehe neketiye dosyayê.”   ‘Jin raste rast hedefa polîtîkayên dewletê ne’   Şukran Şen destnîşan kir ku bi salane mafê jiyana jinan bûye alava şerê taybet û wiha anî ziman: “Sedema zêdebûna qetilkirina jinan, parastina gumanbarane, xelatkirina gumabnarane. Ev encama polîtîka giştiye. Me saziyên jinan kampanya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ da destpêkirin.  Em Rojînê dikin navenda kampanya xwe. Jin ne tenê hedefa gumanbarane, heman demê de raste rast hedefa polîtîkayên dewletê ne. Em ê têkoşîna jinan a rêxistinkirî mezin bikin. “   ‘Xwendekar neaxivin’   Bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş jî axivî û got: “Hûn hemû bav, dê û xwişkên Rojînê ne. Sedema mirina keça min îhmale. Berpirsr yurd û zanîngehe. Ger îhmal tunebûna wê îro Rojîn bijiya. Dema ez û hevjîna xwe li kampusê runiştî bûn xwendekar hatin gel me. Me ji wan re got hûn tiştekî dizanin bêjin. Lê gotin em nikarin biaxivin wê me ji dibistanê bavêjin. Ev saleke em êşê dikşînin. Em Rojînê dipirsin. Lê hîna tu kes nehatiye darizandin û girtin.” Parlamentera Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku rastî nayên ronîkirin, di tariyê de dimîe. Gulderen Varli da zanîn ku ji bo Rojîn Kabaîş di tariyê de lêgerîna edaletê didome.   Daxuyanî bi ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.