‘Dixwazin dosya Rojînê di tariyê de bihêlin’ 2025-09-30 20:29:20   ANTALYA – Derya Polat da zanîn ku hewl didin mirina Rojîn Kabaîş di bin navê întîxarê de bigirin û got delîl hatine reşkirin û pêvajo jî terkî bêdengiyê hatiye kirin.   Platforma Jinan a Antalyayê der barê xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  Rojîn Kabaîş ya 27’ê îlonê de winda bû û biguman jiyan xwe ji dest dan li Qada Attalos daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Derya Polat ve hat xwendin.   Derya Polat  da zanîn ku dixwazin dosya Rojînê di tariyê de bihêlin û got: “27 rojan otopsî nehat kirin. Şopên derbê di raporê de cih negiritn û li ser bedena wê du DNA’yên cuda hatin dîtin. Tevî vê hewl didin di bin navê întîxarê de dosyayê bigirin. Lêpirsînek bi bandor nemeşandin. Dosya terkî bêdengiyê kirin. Wek her cînayeta jinekê di vê de jî lêpirsînek bi bandor nehat meşandin û delîl hatin reşkirin. Gumanbar hatin veşartin.Em jin wê bi piştevaniya xwe rêxistinbûna jinan mezin bikin û edaletê pêk bînin Em ê ji bo azadiya jinê têkoşîna xwe mezin bikin.”