Li Edeneyê banga pêşwazîkirina meşvanan 2025-10-01 19:32:19   EDENE- Li Edeneyê ji bo pêşwazîkirina meşvanên bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ dimeşin bang hat kirin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ ji Amedê berbi enqreyê ve meş hat destpêkirin. Yek ji rawestgeha meşê Edeneye. Jin 4’ê cotmehê de saet di 17.00’an de li taxa Havuzlubahçe ya Seydan a Edenê wê bên pêşwazîkirin û berbi Kawşaxa Karasum ya taxa Daglioglu wê meş pêk bê.   Platforma Saziyên Demokratîk a Edenê belavok belav kirin û banga kirin ku her kes 4’ê cotmehê de li ber Kebap Şakîr a taxa Havuzlubahçe meşvanan pêşwazî bikin.