Li Amedê 9'emîn Pêşengeha Pirtûkan 2025-10-03 12:08:29     AMED - 9'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 18-26'ê Cotmehê de bi beşdariya Weşanxaneyên Kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.   Îsal jî 9'emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê dê bê lidarxistin. Pêşengeh wê di navbera 18-26'ê Cotmehêde li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê pêk were. Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd (YEW-KURD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAP'ê bi hevkarî dê organîzasyona pêşengehê bikin. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin. Amadekariyên pêşengehê berdewam dikin. Pankart û afîşên pêşengehê li navenda Amedê hatine daliqandin.   YEW-KURDê diyar kir ku nêzî 35 weşanxaneyên Kurdî dê tevli pêşengehê bibin û bi hezaran pirtûkên Kurdî li ser standên xwe bicih bikin. YEW-KURD'ê got ku bi sedan nivîskarên Kurd dê bên li standan pirtûkên xwe îmze bikin. YEW-KURD da zanîn ku dê gelek panelên li ser ziman û wêjeya Kurdî jî bên lidarxistin. Pêşengeh dê bi merasîmekê bê vekirin û dê 9 rojan berdewam bike.