Meşvanên azadiyê: Dê têkoşîna me bidome 2025-10-03 13:09:35   Pelşîn Çetînkaya - Gulistan Gulmuş    RIHA - Jinên ku beşdarî meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku ji aliyê TJA ve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bûn diyar kirin ku dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.   Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amed heta Enqerê bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşek mezin berdewam dike. Meşvanên ji Xelfetiyê heta Amarayê meşiyan di rê de dirûşmên "Silav, silav ji Îmraliyê re silav", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, azadî dê azad bike rêbertî" berz kirin.   Jinên ku beşdarî meşê bûn bi rengên kesk, sor û zer meşa xwe xemilandin û ber bi mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve meşiyan. Jinan derbarê meşê de hest û ramanên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re ragihandin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman. Jinan di peyamên xwe de bal kişandin ser domandina têkoşînê.