Ji bo vegera Serêkaniyê ya azad kampanya îmzeyan 2025-10-04 16:24:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Koçberên Serêkaniyê, di bin dirûşmeya “Şeş sal ji koçberiya bi darê zorê û vegera ewle mafê me yê rewa" rêzeçalakiyek da destpêkirin. Di çarçoveya rêzeçakiyan de kampayayek berhevkirina îmzeyan a ji bo vegera Serêkaniyê hate destpêkirin.   Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çete êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Komîteya Koçberên Serêkaniyê, li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya exlaqî û qanûnî ya li hember pirsgirêka kesên ku bi darê zorê ji bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê hatine koçberkirin, di bin dirûşmeya “Şeş sal ji koçberiya bi darê zorê û vegera ewle mafê me yê rewa” rêzeçalakiyek da destpêkirin.   Di çarçoveya rêzeçalakiyê de berhevkirina îmzeyan, daxuyanî, xwepêşandan û rûniştinên diyalogê werin li dar xistin.   Îro li Kampa Serêkaniyê, Waşokanî û hemû navendên ku koçberên Serêkaniyê lê bi cih bûne, kampanyaya berhevkirina îmzeyan dest pê kir. Li Kampa Serêkaniyê û Waşokanî kon hatin vedan. Beriya ku kampanya dest pê bike, Hevserokê Meclisa Kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed axivî û tekez kir ku di encama dagirkerina Serêkaniyê de bi kêmanî nêzî 200 hezar sivîl koçber bûne û bi sedan jî birîndar bûne û got: “Li Serêkaniyê sûcên şer û talankirina mal û milkên sivîlan dewam dikin.”   Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo, da zanîn armanca ji kampanyaya hatiye destpêkirin,  berpirsiyariya wan a yasayî û exlaqî ya li hember êşa kesên koçberbûyî ji civakên herêmî û navneteweyî re bi bîr bixin e û wiha got: “Şeş salên koçberiyê pir bi êş in. Dagirkerina Serêkaniyê ji bo guhertina demografiyê pêk hat. Rûxmê zehmetiyan jî heta niha koçber li kampan dijîn. Lê peyama wan ew e ku heta vegerin malên xwe, dev jî têkoşîna xwe bernedin.”   Zehra Semo, banga pêkanîna peymana 10’ê Adarê kir û wiha axivî: “Hemû kesên penaber, piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi taybetî jî piştî peymana 10’ê Adarê ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokê Rêveberiya Demkî a nû de hatibû kirin, hêvî dikirin ku vegerin malên xwe, lê peyman nehat bicîhanîn. Heta ku koçber neyên malên xwe, li Sûriyê tu pirsgirêk çareser nabe. Heta ku gelê di kampan de dijîn û êşê dikişîn, Sûriyeyeke nû û demokratîk nayê avakirin. Divê hikûmeta nû peymana 10’ê Adarê bicîh bîne û rê bide koçberan ku vegerin li ser axên xwe.”   Piştî axaftinan, koçberên li her du kampan ji bo vegera bi ewle piştgirî dan kampanyaya îmzeyan.   Kampanya dê 2 rojan berdewam bike. Îmzeyên werin komkirin dê radestî Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê werin kirin.