Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat taloqkirin 2025-10-07 11:03:58   AMED - Danişîna doza rojnamevan Nûrcan Yalçin, bi biryara berdewamiya qedexeya derketina derve ya li ser wê hatiye sepandin, hate taloqkirin.   Çaremîn rûniştina doza ku rojnamevan Nûrcan Yalçin bi tohmeta "bi zanebûn û bi dilxwazî ????alîkariya rêxistinê kiriye" û "binpêkirina qanûna pêşîgirtina fînansekirina rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.     Rûniştin taloqî 3'yê Adara 2026'an hat kirin.