Li dijî nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ êrîşa nîjadperest 2025-10-07 20:55:59   ESKÎŞEHÎR – Bi armanca balê bikşînin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş nivîsên ‘Çi bi Rojînê hat?’ û porte hatibû xêzkirin. Li dijî nivîs û portreyê aydê Rojîn Kabaîş êrîşa nîşadperest pêk hat.   Li Eskîşehîrê li kolanê li ser dîwar nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ û portreyê wê hat xêzkirin. Li dijî nivîs û portreyê êrîşa nîjadperest pêk hat. Wêne û nivîs hatin reşkirin û ala Tirk hat xêzkirin.   Der barê mijarê de Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, li ser platforma X rewş parvekir û got wê ew bi înat têkoşîna edaletê bidomînin û bi înat hesabê vê bipirsin.