Malbata Gubetellî Ersoz: Têkoşîna wê îro jî didome 2025-10-08 20:44:54     AMED-Malbata Gurbetellî Ersoz di peyama ku şand Xelatên Rojnamegera Jinê ya Gubetellî Ersoz ku îsal cara yekemîn ji aliyê MKG’ê ve pêk tê û wiha got: “Têkoşîna wê  îro jî bi jinên rojnameger yên rastiyê û heqîqetê dinivîsin re, didome.”   Xelatên Rojnamegera Jinê ya Gubetellî Ersoz ku îsal cara yekemîn ji aliyê Komeleya Rojamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG’) ve pêk tê, li Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (navenda Çand û Kongreyê a Sezaî Karakoç)  bi merasîmekê wê bên dayîn. MKG, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Dayika Gubetellî Ersoz Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, hevseroka Partiya Demokratîk a Herêma (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Xebatkarên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.   Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê a ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin hat destpêkirin.   ‘Em jinên wek Gubetellî Ersoz ji xwe re mînak digirin’   Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî. Roza Metîna balkişand ser girîngî û wateya rojê û wiha got: “Hatina we ya li vir hêzek mezin dide me. Em li hember şehîdan bi rêzdarî serî ditewînin. Em der barê rojnamegeriya jinê de gelek xebatan dimeşînin. Em têkoşîna ku Gubetellî Ersoz hiştiye didomînin. Gurbetellî Ersoz di demên herî zehmet de di Çapemeniya Azad de rûpelek nû vekir. Yekemîn derhêneriya jin a di Ozgur Gundemê de kir. Tu carê li dijî zextan serî netewand. Hat binçavkirin, girtin lê dîsa jî şûnde gav navêt. Li dijî zimanê mêr têkoşîn da. Ji ber vê ye ku em jinên wek Gurbetellî Ersoz ji xwe re mînak digirin.”    Sînevîzyoneke ku têkoşîna rojnamegerên jin yên Kurd û Gurbetellî Ersoz vedigot hat nîşandan.   ‘Şehît namirin’   Dayika Gubetellî Ersoz Fatma Ersoz,  diyar kir ku divê êdî kezeba dayikan neşewite û got: “Me gelek şehîd dan. Êdî bes e. Em şer û windahiyan naxwazin. Şehîd namirin.”   Malbata Gubetellî Ersoz jî peyamek şand û wiha got: “Gubetellî Ersoz ne tenê rojnamegerek, bi penûs, wijdan, sekn û berxwedana xwe bû sîmeya çapemeniya azad. Têkoşîn ji aliyê rojnamegerên jin ve tê domandin. Gubetellî dengê gel, bîhna jinan û pênûsa rastiyê bû. Îro ev xelata li ser navê wê tê dayîn, tenê bîranîneke, dengê hemû jinên hatine bêdengkirine. Gurbetellî bi hemû jinên ku rastiyê dinvîsin re dijî. Di vî alî de em Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, rojnamegerên jin, hemû kesênîro li virin spas dikin. Xeyala Gubetellî xeyala me hemûyan bû. Cîhaneke azad û bi rumet…Ew xeyal îro ji nûve bi we re şîn dibe.”   Piştre dayika Aştiyê Nezat Teke axivî û da zanîn ku ew bi saya lehengan îro li vir daixivin û  got: “Ez yek tiştekî dixazim. Xwedê me li dijî zarokên me fedîkar dernexe.  Ez hemû dayikên dilşewat silav dikim. Em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin.”   ‘Divê jin têbikoşin’   Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî balkişand ser rola çapemeniya azad û got di dema ku hemû cîhan kor û lal bû çapemeniya Kurd têkoşîn daye û wiha got: “Yên navê rojnameya Ozgur Gundemê nebihistibin nemaye. Gurbetllî Ersoz bi nasnameya xwe ya Kurd nîşanê me da ku ya herî baş dikare bê kirin.Divê em hemû jin têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Bedela heqîqetê girane’   Siyastemedar Gultan Kişanak jî wiha anî ziman: “Ev wêneyên hûn dibînin nîşan dide ku bedela heqîqetê çiqas girane. Hebûna pênûsên azad ji bo têkoşîna azadiyê gelek girînge. Ez bang li hemû jinên rojnameger dikim. Ji bo aştiyê em gotina xwe bikar bînin. Em ji bo aştiya demokratîk rojnamegeriyê bikin. Riya we vekiribe.”   Piştrepeyama bi dîmen a  hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn  hat temaşekirin. Parêzer Şenal Sarihan jî peyamek şand û da zanîn ku ew hemû rojnamegerên xelat girtine pîroz dike. Rojnamger Ceren Bayar jî peyam şand û hemû rojnamegerên jin silav kir.    Sîbel jî di peyama şand de ji rojnamegerên jin re silav şand.