Kesên di Komkujiya Enqerê de hatin qetilkirin hatin bîranîn 2025-10-10 13:56:48     ENQERE - Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê de axivî û got: “Em ji wijdana kesên 10 sal berê ji bo aştiyê ketin rêyan û hatin Enqereyê de dibînin ku dirûşma aştiyê ya 10 sal berê hêj jî derbasdar e.”    Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 104 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera komkujiyê, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi pêşengtiya Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê, li cihê komkujiyê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û bi sedan kes tev li bîranînê bûn.    Girseya li Metroya Ulusê kom bûn li wir heta cihê komkujiyê meşiya. Girseyê pankarta “Em Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nakin” hilgirt. Girseyê li Stasyona Beta ya Garê dirûşmên, “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kujer dewlet wê hesab bide” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev”, “Şehîdên aştiyê nemirin” û “Dê roj be kujer dê hesabê bidin gel” berz kir. Di bernameya bîranînê de ji ewil rêz hate girtin, piştre navên 104 kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hatin xwendin û beşdaran jî ji bo her navekî bi gotina “Ew dijîn” dan.    ‘Daxwaza aştiyê’   Li vir metna hevpar ji aliyê Hevberdevka Komeleya Astiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakincî ve hat xwendin. Mehtap Sakînciyê destnîşan kir ku 10 sal in ew li pêy edaletê ne û wiha got: “10 sal in xeyala wan a aştiyê pêk nehat. Şerê li niha cihanê diqewimê jî nîşana pêvîstiya daxwaza wan a aştiyê ye. Daxwaza wan niha jî derbasdar e. Heta edalet pêkneyê aştiyeke rastîn nabe. Em têkoşîna xwe ya edalet û aştiye didomînin. Di van 10 salan de di doza komkujiyê de jî polîtikayên bê cezahiştinê dîsa pêk hat. Em ji vê pergalê re dibêjin, gotina me hê neqediya. Em ji wijdana kesên 10 sal berê ji bo aştiyê ketin rêyan û hatin Enqereyê de dibînin ku dirûşma aştiyê ya 10 sal berê hêj jî derbasdar e.”   Piştrê jî malbatên qurbaniyan û nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB axivîn û daxwaza edaletê kirin û gotin heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Dê têkoşîn bidome    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bernameya bîranînê de axivî. Bakirhan, destnîşan kir ku ew ê xeyalên wan bi aştiyê pêk bînin û wiha got: “Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ew edalet li cihekî pêk bihata, rêyedar wê îstîfa bikirina. Lê li vir tu rêyedarek îstîfa nekir. Dema astî û civaka demokratîk pêk hat, hesabê vir jî wê bê pirsîn. Em soz didin ji malbatan re û qurbaniyan re ku heta aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez careke din li ber şehîdên aştiyê bejna xwe ditewînim. Em ê her tim bi malbatan re hevkariyê bikin.”   Piştî axaftinan girsê dirûşm berz kirin. Bernameya bîranînê bi danîna qurnafîlan li cihê komkujiyê bi dawî bû. Piştî merasîma bîranînê, girseyê ber bi Edliyeya Enqereyê ve dest bi meşê kir.