ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-11 09:00:00     *Endama şaxa TMMOB ya Wanê Bahar Guzel der barê vesazkirina bajêr a berevajî de axivî û got armanca avakirina bajarê ekolojîk ev e ku hevsengiya navbera jiyana mirov û hawirdorê de bê avakirinê û got: “Divê pêvajoya bajarvaniyê bi xwezayê re bê sazkirin.” BI DÎMEN   * Dayika, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê ve 6 sal berê hat qetilkirin, Sûad Mistefa wiha got: “Yên Hevrîn qetilkirin, bila bên darizandin an jî radestê jinên azad bê kirin ku em bidarizanînin.” DÎMEN HEYE