Ji bo statuya Kurdî daxuyanî:Perwerdehiya zimanê dayikê entegrasyonê xurt dike 2025-10-11 18:58:55   WAN - Kurdîgehê bi daxwaza statuya Kurdî û Kurdî bibe zimanê fermî daxuyaniyek da û wiha got: “Em mafê xwe yê esas perwerdehiya bi zimanê dayikê, statuya ji bo Kurdî û daxwazq anûna aştiyane bi civakê re parve bikin. Bi mîsyonan kes Kurdî diaxive û mafê me yê esase ku Kurdî bibe zimanê fermî. Ev rewş wê entegrasyona demokratîk û xurbûna nasnameya çandî pêk bîne.”   KURDÎGEH’ê li Wanê bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û statuya ji boz iman bê nasîn daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parqa Feqiyê Teyran a navçeya Rêya Armûşê pêk hat. DayikênAştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê bibû, parlamenterê DEM Partiyê Mahmut Dîndar û gelek kes tevli bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta “Statûya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û bê navber dirûşmeyên “Zimanê ne hebûna me ye”, “Bê Kurdî jiyan nabe”, “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Hrwiha bertek nîşanê biryara ‘qedexeyê’ ya ku Walîtiyê meşa ku dihat xwestin li ber KURDÎGEH’ê bê dayîn, dan û bi dirûşmeyan bersiv dan biryarê.   ‘Ev faşîzme’   Nivîskar Heval Dilbihat biryara Walîtiyê ya qedexeyê rexne kir û got: “Gelo zimanê Tirkî bê qedexekirin hûn çi difikirin Walî Beg? Di sedsala 21’ê de Kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin. Ev faşîzme. Ev hovîtiye. Tu naxwazî aştî bê? Tu dixwazî mirov bimirin?”   Piştre daxuyanî hat dayîn û hevserokê KURDÎGEH’ê Mesut Kertîş daxuyanî xwend.   ‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê entegrasyonê xurt dike’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bîr û baweriyeke kûr heye ku civakeke demokratîk, wekhev û aştîxwaz tenê bi rêzgirtina mafênhemû gelan, ziman û çandan dikare bê avakirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya birêz Ocalan derfeteke mezin ji bo Komareke Demokratîk derxistiye holê. Di vê çarçoveyê de, em wekî saziyên zimanê kurdî û xwedîderketiyên mafên mirovan, daxwazên xwe yên bingehîn ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî, statûya zimanê Kurdî, aştî û yasayên entegrasyonê bi raya giştî re parve dikin.”   ‘Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’   Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Zimanê Kurdî, wekî zimanê mîlyonan, di warê perwerdeyê de mafeke bingehîn e. Em daxwaz dikin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî di hemû qadan de, ji pêşdibistanê heta zanîngehan, bi awayekî fermî û sîstematîk bê dayîn. Ev yek ne tenê mafekî xwezayî ye, lê di heman demê de ji bo xurtkirina nasnameya çandî û entegrasyona civakî jî gaveke girîng e.   Zimanê Kurdî divê di Makezagona Komarê de wekî zimanekî fermî bê naskirin. Statûyeke qanûnî ya zelal ji bo Kurdî, wê ne tenê di qada perwerdehiyê de, lê di jiyana giştî, dadgeh, tendûristî, aborî û karûbarên fermî û ragihandinê de jî bi bandor bike. Ev statû wê rê li ber hevgirtina civakî veke û cudahiyên zimanî bi awayekî erênî bi rê ve bibe.”   ‘Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê’   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştîxwaz û demokratîk gavên berbiçav bên avêtin. Yasayên entegrasyonê divê bi armanca yeksanî, edalet û rêzgirtina mafên hemû kesan bên amadekirin. Divê ev yasa rê bidin ku hemû gel û çand bi awayekî azad û bi rûmet bi hev re bijîn, bêyî ku mafên tu kes an koman bên paşguhxistin an jî bên asîmîlekirin. Em daxwaz dikin ku rayedarên dewletê û hemû aliyên peywendîdar van daxwazan bi ciddî bigirin dest û ji bo avakirina civakeke demokratîk, pireng û aştîxwaz demildest bingehê yasayî bide avakirin. Naskirina Statuya Kurdî û Perwerdehiya Bi Kurdî dê ji bo Komara Demokratîk bibe hêza guheran û veguherana Civaka Demokratîk. Bi vî awayî jî dê pêşî li qeyran, alozî û şerên roxîner bêgirtin. Dubare bendewariya Gelan Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan û gavên şênber yên yasayî û entegrasyona civakan a di bin sîwana Komara Demokratîk de ye.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan pêk hat û çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.