ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2025'AN 2025-10-13 09:00:00     *Zahîde Çalişir bi hilweşandin û şewitandina gundan re ji gundê Nar koçî Wanê dike. Zahîde Çalişir zor û zehmetiyên jiyanê û têkoşîna debarê wiha vegot: “Gundê me hilweşiya. Piştre em derbasî avahiyan bûn. Em 21 salî li wir jiyan niha ew jî tên hilweşandin.” DÎMEN HEYE    *Sena Yilmaz da zanîn ku li gelek welatên cîhanê modela pirzimanî tê pêkanîn û got ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiyê divê maf bikevin bin ewlehiya qanûnî. Sena Yilmaz wiha got: “Ger gelek nikaribe bi zimanê xwe biaxive, xizmetê bigire, ev newekheviyek mezin e. Divê aştî mafê hemû gelan bihewîne.” DÎMEN HEYE    *Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê diyar kirin ku aştî hewcederiya herî esas a hemû civakê ye û gotin ji bo aştiyê hîn baştir vebêjin wê xebatên xwe bidomînin. DÎMEN HEYE    *Li gelek gundên girêdayên Şemzînan û Geverê îdiayên ku rêxistinbûnên DAIŞ-Hîzbûllahê tên kirin tên rojevê. Li Şemzînanê di bin navê ‘dawet’ û ‘mewludan’ de dîwan tên avakirin. DÎMEN HEYE    *Berdevka Komîteya Perwerdehiyê ya Kongreya Star a bajarê Hesekê, Rohilat Mislim, li ser "Hemleya ji bo Sûriyeyeke Azad û Demokratîk" a ku di encama "Konferansa Yekîtiya Jinan" a ku vê dawiyê li Hesekê hate lidarxistin de dest pê kir, axivî û got, "Wekî jin, em ê rave bikin ka em Sûriyeyeke çawa dixwazin." DİMEN HEYE