Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike 2025-10-13 12:52:37     ENQERE - Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dê vê hefteyê li rêxistinên ciwan û jinan guhdarî bike. TJA û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, dê di roja çarşemê de bicive.    Komîsyon dê vê hefteyê li rêxistinên jin û ciwanan guhdarî bike. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin. Li gel vê, her wiha dê li endamên Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) jî were guhdarîkirin.