Nûnerên KESKê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin 2025-10-13 13:58:58     AMED - Nûnerên KESKê ji bo KHK'liyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin û gotin: “Em ê daxwazê xwe bighînin Meclisa Bilind a Tirkiye yê û Wezareta Dadê. Em dibêjin faaliyetên sendîkayî ne suc e, bila kesên KHK'yî vegerin li ser karê xwe.”    Platforma Konfederasyona Sendikaya Karkerên Cameweriyê (KESK) ji bo kesên ku bi rêya KHKê ji karê xwe hatin dûrxistin, bi dirûşma “Em ê karê xwe paşve bistînin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Meş dê 5 rojan berdewam  bike. Meşa kedkarên Cemaweriyê, ji Amedê dest pê kir. Dê paşê ber bi Riha, Semsûr, Dîlok, Edenê û Mersînê ve bidome. Meş dê li Enqereyê bi dawî bibe.    Meşvan ewil li Qada Şex Seîdê kom bûn û heta edliya Amedê meşiyan. Di meşê de pankarta “Li dijî bêhiqûqî em dimeşin” vekirin û dirûşma “Bijî Berxwedana Kedkaran” berzkirin. Di meşê de Hevserokê Giştî yên KESKê, parlamenterên partiyên siyasî, endam û rêveberên KESKê û gelek kes amade bûn. Girse dema ku hat pêşiya edliya Amedê daxuyanî dan. Hevseroka Şaxa BESê ya Amedê Guneş Ozel daxuyanî da.     Guneş  Ozel diyar kir di ser OHAL'ê re 7 sal borîn, bê bandora vê hêj jî berdewam dike û got: “Dema OHAL'ê 125.612 kes bi rêya KHK'ê ji karê xwe dûr hatin xistin. 4259 ji wan girêdayî sendikayên KESK'ê bûn. Piştî van îxracan gelek kesan jiyana xwe dest dan. Hin jî wan paşê biryara vegera kar hat danîn. Lê tu berpirsiyar nehat darizandin.”    Guneş Ozel destnîşan kir ku îro darazî di bin destê desthilatdariyê de ye û ev tişt got: “Tu mafê sendikayî tune ye. Ji bo na wê em li Amedê heta Enqerê dest bi meşê dikin. Em ê daxwazê xwe bighînin Meclisa Bilind a Tirkiye yê û Wezareta Dadê. Em dibêjin faaliyetên sendîkayî ne suc e, bila kesên KHK'yî vegerin li ser karê xwe.”    Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz axivî û diyar kir ku wa heta îro dengê xwe bilind kir lê nehat bîhistin û wiha axivî: “Gelek hevalên me hatin îxrackirin. Lê sedem nehat gotin. Em li vir dibêjin ji bo em dijî şer in, li gel gelê Kurd in, ji bo faaliyetên sendîkayî em hatin ixrackirin. Gotin KESK bitirsê lê pêşiya wa KESK heye, îro ev dîmen nîşan dide.”     Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Rihayê ve rê ketin.