Têkildarî penceşêra memikan çalakî hatin lidarxistin 2025-10-14 15:11:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Eşrefiyê ya Helebê û li Amûdê 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de girîngiya têkildarî penceşêra memikan agahî hatin dayîn.   Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Bajarê Amûdê û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê semînerek li ser nexweşiya penceşêra memikan û girîngiya pêhesîna bilez li dar xist. Bi dehan nûnerên saziyên civakî û endamên Kongra Star beşdarî semînerê bûn.    Di destpêka semînerê de hevseroka Meclisa Amûdê Efaf Resûl axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina semînerên zanistî yên li ser tenduristiya jinan û got: “Divê jin bi awayekî bi rêk û pêk xwe kontrol bikin, da ku pêketina bi penceşêra memikan bihesin.”   Paşê endama Weqfa Jina Azad a Kantona Cizîrê Melka Hesaf nexweşiya penceşîra memikan pênase kir û da zanîn ku çawa pêhesîna bilez bandora wê kêm dike. Di dawiya semînerê de nîqaş li ser mijarê hate kirin û bersivên pirsên beşdaran hatin dayîn.   Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jî semînerek li ser penceşêra memikan hate lidarxistin. Semîner li navenda Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi beşdarbûna endamên sazî, meclis û komînan bi rê ve çû.   Di semînerê de bijîşk Silava Elo axivî û bi awayekî berfireh pênceşêra memikan vegot û xalên destpêkê yên dibin sedema nexweşiyê anîn ziman.   Silava Elo da zanîn ku divê jin bi awayekî bi rêk û pêk xwe kontrol bikin û destnîşan kir ku ev rêbaz pêketina bi penceşêrê kêmtir dike.   Di sala 2006’an de hemleya parastina ji penceşêrê li ser asta cîhanê hate ragihandin. Armanc ew e jin xwe ji penceşêra memikan biparêzin û bi awayekî bi rêk û pêk kontrolan ji xwe re çêkin.