Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan kurdî dixwazin 2025-10-15 17:01:40     ENQERE - AGD’ê di civîna komîsyonê de daneyên anketa bi ciwanan re kirî parvekir û got ku ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin.    Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê (AGD) di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê de axivî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandinên girîng kir. Endamê komeleyê Salih Turhan, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji “fêmkirina ciwanan” derbas dibe û anî ziman ku bi vê boneyê li bajarên Kurdistanê bi 2 hezar ciwanan re anketek kirine. Turhan, anî ziman ku ji sedî 43’yê ciwanan xwe bi nasnameya xwe ya etnîkî pênase dikin, ji sedî 11 bi nasnameya neteweyî û yên din jî xwe bi nasnameya xwe ya olî pênase dikin.     Bi domdarî Salih Turhan destnîşan kir ku wan ji wan pirsiye ka pirsgirêka Kurd çawa fêm dikin û wiha pê de çû: “Nîviya ciwanên me weke pirsgirêk dibînin. Dibêjin ku pirsgirêk bi rastiyê, bi hevrûbûnê dikare were çareserkirin. Em vê meseleyê ne weke pirsgirêk lê weke meseleyeke xwişk-biratiyê ya ku divê were çareserkirin dibînin. Encameke din a derketiye holê jî ew e ku ciwan dibêjin pirsgirêk ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ye û divê li ser zemîna edalet, azadî û wekheviyê bê çareserkirin. Ciwanên me dibêjin ku pêşwazîkirina van daxwazan tenê bi çareseriyeke navendî ya jêr dikare were çareserkirin.”     Di berdewamê de Salih Turhan destnîşan kir ku ciwan piştgiriyê didin pêvajoyê lêbelê fikarên wan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bendewariya civakê, pêvajoyeke jidil, li ser bingeha bwaeriyê û hevhelalkirinê ye. Di vê anketê de ji sedî 28.5’ê ciwanan dibêjin hêviya wan ji pêvajoyê heye, ji sedî 11 dibêjin bêbiryar in, ji sedî 26 dibêjin baweriya wan bi pêvajoyê nayê, ji sedî 8.4 dibêjin ew jê bawerin, ji sedî 25.4 jî dibêjin rêzê ji bo digirin. Ev yek radixe ber çavan ku meseleya Kurd ne tenê di rojeva siyasetê de lê di rojeva wijdana civakê jî de ye. Daneyên hatine ber destê me nîşan didin ku ciwan dixwazin pirsgirêk ne bi rêya çek, şer û ferzkirina nasnameyê lê di çarçoveya edaletê û peymaneke civakî de were çareserkirin.”    Bi domdarî Salih Turhan, da zanîn ku wan ji ciwanan pirsiye bê ka Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û di qada weşangerî û çandî de jê re derfet bên dayin an na û ev wiha pê de çû: “Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin ku Kurdî hîn bêhtir di qada cemaweriyê de cih bigire. Ziman, amûra herî xurt a nasnameyê ye. Feraset û firsenda di vê mijarê de tê nîşandan, dê sûda herî mezin bide aştiya civakî. Ez dixwazim bibêjim ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke jidil û şefaf a xwişk-biratiyê. Ya yekemîn, mafê jiyanê, ya duyemîn parastina nîjad, namûsê, mafê milk, parastina aqil û mafê jiyîna baweriyê ye. Ev her pênc mafên sereke ji kîjan bawerî, nîjad, mezheb û rengê dibe bila bibe mafên mirovan ên bingehîn in. Parastina van mafan, pêwîstiyeke edaletê ye ku divê di her şert û mercan de were parastin. Ji kîjan bawerî, nîjad û mezhebê dibe bila bibe, nabe ku mafên mirovan ên sereke yên her welatiyekî me bibe mijara bazariyê û divê bên naskirin. Hewceye astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bikaranîna zimanê dayikê bên rakirin û ev maf di destûra bingehîn de bên misogerkirin.”    Salîh Turhan, bi domdarî got: “Hewceye pirsgirêka Kurd bi rêya hiqûqê were çareserkirin. Divê astengiyên li pêşiya civakê bên rakirin û ji kîjan qada siyasî dibe bila bibe bikarin nûnertiya xwe bikin.”    Endamê Komeleya Avakerên Aştiyê yên Ciwan Baran Yalçinkaya jî da zanîn ku siyaseta cihêkar û dabeşkariyê bandoreke mezin li ser civakê dike û zirareke mezin dide hemû qadên jiyanê. Baran Yalçinkaya, got: “Di lêkolîneke ciwanan a demekî nêz beriya niha hatiye kirin de zêdetirî ji sedî 50’ê ciwanan gotin ku ji alîgirên partiyên din ên siyasî û ji hevaltiya bi wan re aciz nînin. Di xebateke din de jî tê gotin ku ji sedî 72’êyê ciwanên Kurd di nava jiyana rojane de gelek caran rastî cihêkariyê tên. Di rewşeke wiha de ciwanên Kurd jî li dora nasnameya xwe xwe birêxistin dikin. Dema mirov konjoktura heyî dide ber çavan, ev daneye dê baştir bên fêmkirin. Di sala 2013’an de tevî kêmasiyên xwe jî li Tirkiyeyê pêvajoyek hebû û nîşan da ku pêkvejiyanek mimkûn e.”     Baran Yalçinkaya, axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza ciwanên Kurd, hemwelatiya wekhev û miameleya wekhev e. Ciwanên Kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin. Di komîsyonê de destûra axaftina bi Kurdî nedan dayikekê û vê jî bandoreke mezin li ser civakê kir. Hewceye komîsyon, refleksên Tirkiyeya berê nîşan nede. Êdî ciwan dixwazin pevçûn bi dawî bibin û di vê mijarê de bendewariyên wan ji komîsyonê hene.”    Ji endamên Komeleya Avakerên Aştiyê ya Ciwan Rona Şenol jî got: “Ciwan li bendê ne ku komîsyon gavên şênber biavêje. Di qonaxa heyî de civak dixwaze îktîdar gavên şênber biavêje. Heta ku ev gav neyên avêtin jî dê piştgiriya civakê xurt nebe. Heta siyaset înîsiyatîfê bi kar neyîne dê gel bi awayekî çalak xwedî li pêvajoyê dernekeve û dê pêvajo bi demê re vemîne. Her cara ku rêveberiya CHP’ê ji bo pêvajoyê gaveke erênî diavêje, gotina hinek medyayên muxalîf hêj tundtir dibe. Ev jî bêbaweriyê di nava civakê de çêdike.”    Civîna komîsyonê didome.