Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir 2025-10-16 10:07:39   STENBOL - Qeydên atolyeya Jineolojiyê ya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin, dest pê kir.   Li Stenbolê atolyeya Jineolojiyê yên sala 2025’an dest pê dike. Dîroka qeydên atolyeyê di navbera 15-30’ê Cotmehê de ye. Qeydên atolyeya ku dê 2’yê Mijdarê dest pê bike, dê li ser navnîşana instagram/jineolojiaolyeleri bidomin. Bernameya atolyeya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê destpêkirin, diyar bû.   Bernameya atolyeya ku dê di rojên Şemiyê de saet di 15.00-17.00’an de bê lidarxistin wiha ye:   * Wek Pêşniyaza Zanista Jinê Jineolojî   * Rêbaz û Heqîqet   * Polîtîkayên Zayendê û Azadiya Zayenda Civakî   * Hevjiyana Azad   * Etîk-Estetîk û Azadî   * Di Sedsala 21’an de Şoreşa Jinê