Li gundê Peyasê xebatên tendirûstiyê 2025-10-17 09:25:57   AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Karên Tenduristiyê ên Şaredariya Peyasê bi hevkariya şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES)ya Amedê, li gundêAkdîbekê ku girêdayî navçeya Peyasê ye, ji bo jinan xebateke agahdarkirina derbarê penceşêra pêsîrê pêk anî.   Şaredariya Peyasê, di çarçoveya “Meha Haydariya Penceşêra Pêsîrê” de, li gundan ji bo jinan xebatên agahdarkirinê li dar xist. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Karên Tenduristiyê bi hevkariya Şaxa SES'ê ya Amedê, li gundê Dankiranê xebateke agahdarkirinê ya li ser penceşêra pêsîrê ji bo jinan hate kirin.   Di vê xebatê de, agahiyên berfireh derbarê penceşêra pêsîrê û girîngiya teşhîsa zû ji jinên gund re hatin dayîn. Herwiha yekîneyên tenduristiyê yên şaredariyê, pîvandina tansiyon û şekirê xwînê ya jinên gund kirin û di derbarê encaman de wan agahdar kirin.