Ji gumanbarê Cansever Sucu li dadgehê provkasyon 2025-10-24 21:18:04   AGIRÎ – Di runştina Canserver Sucu de gumanbar Baran Sucu ku  li malbata Cansever Sucu vegriya keniya û destê xwe li sînga xwe da û got ‘ox be’.   Li navçeya Bazid a Agiriyê di 13’ê Adarê de Canserver Sucu ya 24 salî ji aliyê Bayram Sucu ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kirin. Yekemîn runiştina dozê hat dîtin. Runiştin li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bazidê hat dîtin û gelek kes tevli runiştinê bûn.   Gumanbar Baran Sucu û malbata Cansever Sucu, parêzer tevli runiştinê bûn. Gumanbar Bayram Sucu di runiştina ewil de parastin kir û îfadeyên bi naqok dan. Dadgehê pirs ji gumanbar pirsîn û gumanbar bi awayekî qerfî bersiv da.   Parêzerê gumanbar jî Cansever Sucu sûcdar kir û xwest gumanbar bê tahkiyekirin. Dayika Cansever Sucu wêneyên der barê roja bûyerê de nîşanê heyetê da û wê demê navbera gumanbar û temaşevanan de nîqaş derket. Gumanbar bi ken vegeriya malbatê destê xwe li sînga xwe da û got ‘ax be’, dijûn li birayê Cansever Sucu kir.  Parêzerên malbatê xestin gumanbar bi awayekî giran bê cezakirin.   Heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyayê de temam bibin, şahid bên guhdarkirin runiştin taloqî 22’ê Kanûnê kir.   Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr piştî runiştinê axivî û da zanîn ku wê li dijî zîhniyet aserdest a mêr û normalkirina bûyerên wisa têkoşînê bidomînin. Dayika Cansever Sucu, Habîbe Sucu jî axivî û got ew edaletê dixwaze û anî ziman ku ew dixwaze gumanbar bi cezayê giran bê cezakirin.