Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2025-11-07 09:05:29      Buşra Turan   MUŞ/WAN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê ev şerê 50 sale didome bidawî be û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Dayikên Aştiyê wiha vegotin: “Em ne ji bo mirinê, em ji bo aştiyê amade ne. Banga me zelal e: Aştî,aştî, aştî.”   Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd bi daxuyaniya dîrokî ya li Qendîlê, daxuyakirin ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û esasên biryarên di 12’yemîn kongreya PKK’ê de hatine girtin, hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedişînin Qadên Parastina Medya.   Dayikên Aştiyê Songul Yaşar, Hanîfe Koçak û Kadriye Gezîcî der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Hêvîdarim ji bo gelê me aştî pêk bê’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mûşê Songul Yaşar daxwaza aştiyê anî ziman û got ew naxwazin tu dayik rondikan bibarînin. Songul Yaşar wiha vegot: “Bila ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran rondikan nebarînin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em aştiyê dixwazin. 50 sale şerekî tê meşandin heye. Ji her du aliyan mirov dimirin. Hêviya me eve ku aştî bê welatê me.”   ’50 sale em aştiyê dixwazin’   Songul Yaşar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila Abdullah Ocalan û girtî bên berdan. Bila kesên surgunê şûnde vegerin. Em dixwazin tiştên xweş pêk bên. Bila şer bidawî be. Êdî bes e. 50 sale em aştiyê dixwazin. Bila statuya qanûnî pêk bê.Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û bijîn.”   ‘Em ne evîndarê mirinê ne’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hanîfe Koçak jî bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: “Em ne evîndarê mirinê ne. Em naxwazin kes bimire. Bila dewlet jî destê aştiyê dirêjî gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan bike. Em naxwazin tu kes bimire, kes bê girtin. Em aştiyê dixwazin. Em bang li Erdogan, wezareta dadê û kesên xwedî wijdan dikin. Destê aştiyê dirêj bikin. Em ji bo aştiyê amade ne. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û berpirsyariyê bigire ser xwe.”   ‘Banga me zelale;aştî aştî aştî’   Hanîfe Koçak daxuyakirin ku Tevgera Azadiya Kurd û Abdullah Ocalan peywira ku ketiye ser milê wan aniye cih û niha divê dewlet gavê bavêje û wiha dawî lê anî: “Divê pêvajo bê lezkirin. Serokatî 27 sale girtiye. Tevî vê têkoşîna aştî û demokrasiyê dide. Abdullah Ocalan j ibo aştiyê hewl dide. Divê Abdullah Ocalan girtî bên berdan. Banga me zelale; aştî aştî aştî.”   ‘Gelê Kurd jî aştiyê dixwaze’    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Kadriye Gezîcî bi lêv kir ku gelê Kurd her tim ji bo aştî û demorkasiyê amade ye û wiha anî ziman: “Abdullah Ocalan 27 sale girtiye û tevî vê ji bo aştiyê hewl dide. Serokî bang li hemû delwetan û gel dike. Ji bo aştiyê bang dike. Banga berdana çekan hat kirin û gel her şertî de seroatiyê esas digire. Em aştî û azadiyê dixwazin. Bila dayikên leşkeran jî wek dayikên Kurd banga aştiyê bikin. Werin em bi hev re bijîn û piştgiriyê bidin banga aştiyê ku bila aştî bê vî welatî.”