Ji Kovara Jîneolojiyê atolye 2025-11-09 18:53:16     STENBOL-Kovara Jîneolojiyê di hevdîtina ku çarçoveya 25’ê Mijdarê de pêk anî de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke û wiha got: “Divê xwedî li hewldanên Abdullah Ocalan bê derketin.”   Kovara Jîneolojiyê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenler a Stenbolê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî atolye pêk anîn. Gelek jin tevli atolyeyê bûn.   Ji Kovara Jîneolojiyê Fîgen Aras, Nesrîn Akgul û Turkan Aşçi axivîn. Di axaftinan de balkişandin ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û da zanîn ku divê xwedî li hewldanên Abdullah Ocalan bê derketin.