Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike? 2025-11-22 09:10:06   ENQERE - Tê payîn ku Komîsyon serê hefteya bê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên di nav pêvajoyê de ne hatin wergirtin; di civînê de Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran û pêvajoya sazkirina qanûnan raweste û pêşniyaran ji bo Komîsyonê bike.   Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dûh bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. CHPê di civîna komîsyonê terk kir û çûyîna Îmraliyê red kir. Li ser vê yekê di raya giştî d li dijî CHPê bertekên tund tên nîşandan. Di dengdayîna Komîsyonê de AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEP'ê ji bo çûyînê dengên “erê” bikar anîn. Yeni Yol ne erênî û ne jî neyînî deng bikar neanî, Partiya Demokrat, HUDA-PAR û DSPê jî çûyînê red kirin.   Di encama dengdayînê de 32 endamên Komîsyonê ji bo biçin Giravê Îmraliyê erê kirin. Ji ber ku herî zêde deng ji bo çûyinê derket komîsyonê biryar da ku biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.   Ji DEM Partiyê Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serok Giştî yê MHPê Fetî Yildiz navên ku diyar bûn e. Ji AKPê jî tê payîn ku Huseyîn Yayman biçe. Ji Koma Yenî Yolê dê kê bişînê hê ne diyar e lê tê payîn ku Mehmet Emîn Ekmen biçe. Her wiha li gor agahiyan divê hemû partî îro di nava rojê de endamên ku bişînin Giravê diyar bikin û Komîsyonê agahdar bikin. Li bendê ye ku 4 parlamenterên ku endamên Komîsyonê ne serê hefteya pêşiya me biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.   Abdullah Ocalan dê gelek mijaran binirxîne û pêşniyaran bike   Ji avabûna Komîsyonê vir ve çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê bi taybetî ji aliyê DEM Partiyê, gelek partiyên din û saziyan ve dihat ziman û pêşniyarkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe yên bi Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re dianî ziman ku ew dixwazê Komîsyon serdana wî bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî Komîsyonê bike. Ji aliyê din ve jî piştî gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê çavê raya giştî li gavavêtina dewletê ye.   Di civîn ango hevdîtina Komîsyonê û Abdullah Ocalan de kîjan mijar werin nîqaşkirin jî ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin. Li gorî agahiyên me bi destxistin; Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran ji Komîsyonê re pêşniyariyan bike. Her wiha biryar hat girtin ku girtekên civîn-hevdîtinê jî heta 10 salan veşartî bimînin.   Polîtikayên înkarê û rabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê   Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne bi dest xistin; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran raweste. Abdullah Ocalan dê di serî de qala polîtîkayên înkar û tunehesibandinê ya li dijî gelê Kurd bike û sedemên şerê çekdarî bike. Abdullah Ocalan dê qala şert û mercên ku PKKê rabûye û dest bi şerê çekdarî kiriye bike û sedemên vê yek bi yek ji Komîsyonê re bêje. Abdullah Ocalan dê ji Komîsyonê re qala hamleya 15ê Tebaxa 1894an û şerê 50 salan bike û sedemên wê yên dîrokî vebêje.   Rêberê Gelê Kurd dê qala lêgerînên çareseriyê bike   Her wiha hat zanîn ku dê Abdullah Ocalan li ser hewldan û lêgerînên xwe ji bo aştiyê û çareseriyê yên ji salên 90î heta niha bike. Abdullah Ocalan dê qala agirbesta 20ê Adarê 1993yan de û hûrgiliyên vê pêvajoyê bike. Yek ji mijarên ku di rojeva Ocalan de ye jî Komloya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ye ku li dijî wî pêk hatibû. Ocalan dê li ser vê yekê raweste û nirxandinê bike. Ocalan li ser hewldanên xwe yên çareseriyê yên ji sala 2005an dest pê kiriye raweste û qala pêvajoya çareseriyê ya 2013an bike. Abdullah Ocalan dê li ser lêgerînên çareseriyê çima negehîştine encaman û sedemên darbeyan bisekine û di vî warî de jî nirxandinan bike.   Girîngiya tifaqa Kurd û Tirkan   Her wiha dê yek ji mijara hevdîtinê jî tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan e. Abdullah Ocalan dê li ser pêvajoya çareseriyê ya ji 27'ê Sibatê ve da destpêkirin bisekine û qala girîngiya armanca pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bike. Her wiha Abdullah Ocalan dê li ser tifaqa Kurd û Tirkan jî raweste û li ser pêşxistina tifaqê nirxandin û pêşniyaran bike.   Abdullah Ocalan dê li ser avakirina zimanê Aştî û Civaka Demokratîk pêşniyaran bike   Her wiha ji destpêkirina pêvajoyê vir ve yek ji mijara herî zêde tê rexnekirin jî zimanê medya û siyasetemedarên Tirk ên li dijî pêvajoyê ye. Tê payîn ku di civînê de Abdullah Ocalan li ser vê yekê jî raweste. Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi heyeta DEM Partiyê re jî destnîşan kiribû ku divê medya û siyasetmedar dev ji zimanê ne li gorî ruhê pêvajoyê berdin û bi zimanekî erênî biaxivin. Ocalan dê di civînê de li ser vê yekê raweste û pêşniyarên avakirina zimanê Aştî û Civaka Demokratîk bike.   Amadekariyên qanûnî û entegrasyona demokratîk   Nemaze çavê gelê Kurd û raya giştî li dewletê ye ku dê ji aliyê qanûnî ve kîjan gav bên avêtin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dan; Abdullah Ocalan dê di civînê de li ser vê mijarê jî bisekine. Bi taybetî jî dê li ser rewşa gerîlyan ku çek danîne û dê çawa tev li siyaseta demokratîk bibin bisekine. Her wiha Abdullah Ocalan dê qala girîngiya mafên Kurdan bike ku dê çawa mafên wan werin mîsogerkirin. Abdullah Ocalan dê li ser azadî, wekheviya gelê Kurd axaftin û nirxandinan bike û dê li ser entegrasyona demokratîk raweste. Yek ji mijara herî girîng a civînê jî mîsogeriya mafên gelê Kurd e û Ocalan dê di vî warî de peşniyarên xwe pêşkeşî Komîsyonê bike.   Rapor dê di 28ê Mijdarê de bê amadekirin   Komîsyon dê piştî guhdarîkirina li Abdullah Ocalan derbasî beşa pirs û bersivan bibe û pirsên xwe ji Ocalan bikin. Komîsyon dê piştî vê hevdîtina dîrokî û girîng pêvajoya guhdarîkirinê bi dawî bike. Piştre dê Komîsyon raporek amade bike. Komîsyon dê heta 28ê Mijdarê roja Înê ji bo amadekirina raporê agahî bide Serokatiya Meclîsê.