Li Şaxê Navenda Jiyanê ya Sortxîn hat vekirin 2025-11-22 18:14:53   WAN - Li navçeya Şax a Wanê bi keda komunal a jinan û piştgiriya şaredariyê Navenda Jiyanê ya Pirarmanc a Sortxîn hat vekirin.   Li navçeya Şax a Wanê li taxa Sortxîn  bi keda komunal a jinan û piştgiriya şaredariyê Navenda Jiyanê ya Pirarmanc a Sortxîn hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Neslîhan Şedal, hevşaredara Şaxê Gulten Baran, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevli bûn.   Hevşaedara Şaxê Gulten Bajaran axivî û da zanîn ku wek şaredarî wê her tim ligel navendê cih bigirin û piştgiriyê bidin jinan.   Felek Erdem ya TJA’yî jî axivî û bi lêv kir ku ew li dijî her cureyê tundiyê xurtin û we jin wê bi rihê komunê xwe rêxistin bikin.   Neslîhan Şedal jî axivî û balkişandin ser jiyana komunal û got jiyana komunal bi keda jinê teşe dibe û got ew îro li Sotkînê heman rihê ji nûve şîn dikin. Neslîhan Şedal got  navnda hatiy evekirin wê li navçeyê bibe mînak.   Piştî axaftinan navend hat vekirin û bi wesîleya 25’ê Mijdarê jî bernameyek pêk hat.