Jiyaneke bi berxwedanê bersiv da tundiyê: Nefîse Boz 2025-11-23 09:02:32   Gulîstan Gulmuş    DÎLOK - Nefîse Boz ku beşeke mezin a jiyana xwe bi têkoşîna li dijî tundiya fîzîkî û psîkolojîk meşandiye wih agot: “Divê jin neyên kuştin. Em ji bo jiyana jinan têdikoşin. Peyama min ya ji bo 25’ê Mijdarê ev e ku jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin. Divê jin piştevaniyê mezin bikin.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û ji bo vê rojê amadekariyên jinan didomin. Jin li her derê li dijî tundiyê têkoşînê dimeşînin û rê û rêbazên li dijî tundiyê nîqaş dikin.  Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran bi jinan re tê gel hev û tundiyê nîqaş dike. Yek ji bajarên ku TJA bi jinan re hat gel hev jî Dîlok bû.   TJA’yê li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk  ber bi jiyaneke azad ve” atolye pêk anî. Atolyeyê gelek jinên ku çîrokên wan cuda anî gel hev. Çîrokên yek ji van jinan jî ya  Nefîse Boz bû. Nefîse Boz li wir der barê tundiyê de mînak dan û ji çîroka jiyana xwe jî mînak da. Nefîse Boz der barê jiyana xwe de, têkoşîna li dijî tundiyê daye de axivî.   ‘Ji ber tundiyê min hebûna xwe nizanibû’   Nefîse Boz da zanîn ku bi salan tundiya fîzîkî û psîkolojîk dîtiye û wiha got: “Dê û bavê min zû mirin. Birayên min min mezin kirin. 12 salî min zewicandin. Ez bûm bûk hatim Dîlokê. Ez zarok bûm. Zextên li ser min pir mezin bûn. Li ser piyan vexwarina avê jî qedexe bû. Jin tune dihatin hesibandin. Min 14 salî zaroka xwe ya ewil anî dinê. Min nizanibû ez çi bikim. Ji ber ez hîna zarok bûm. Min digot  ‘jiyan wisa ye’ û qebûl dikir. Her tim tundiya fîzîkî û psikolojik li min dihat kirin. Ji her kesî tundî dihat.Ligel me destberdan jî tunebû. Carekê bizewicî qedya çû.”   ‘Min azadiya aboriya xwe bidest xist’   Nefîse Boz destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê jinan de hebûn û got: “Ez her ku xurt bûm li mafê xwe geriyam. Ez  hatim girtin. Dema hatim girtin bavê zarokên min nehat hevdîtina min. Min jî got ‘vana di evqas nav çar dîwaran de têdikoşin demekî hebûnek heye’. Min got ez ji girtîgehê derkevim ez ê bi îradeya xwe li ser piyan bisekinim. Çawa derketim erdhej çêbû. Ez çûm Cizîra Botanê. Min li wir xebatên xwe meşand. Di alî aborî de min zehmetî kişand. Min kar xwest lê gotin te 40 sal derbas kiriye kar nedan. Min dest bi çêkirina salçe û hişkirina fêkî û sebze kir. Min rupelek vekir. Sala borî 20 muşteriyên min hebûn. Niha 100 muşteriyên min hene. Min aboriya xwe bi dest xist.”   ‘Heta 30 salî min xwe wek kole didît’   Nefîse Boz diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser jiyana wê kirine  û ev tişt anî ziman: “Tiştekî ku jin nekin tune ye. Jin pir xurtin. Mêr her tim jinan wek kole dibînin. Heta 30 salî min xwe wek kole didît. Min partiya xwe nas kir û min jê hez dikir. Lê çûna min a partiye  jî qedexe dikirin. Digotin li wir mêr hene. Ez niha li vir kêfxweş im. Ez ji ber xwedî partiyek serokatiyek wisa me kêfxweş im. Hemû jin xurtin. Bila hêza xwe bizanibin. Ez bi xwe serbilind im. Em ê ber bi 25’ê Midjarê civakek xurt ava bikin.” Divê piştevaniya jinan bê mezinkirin. Divê jin xwedî li hev derkevin û piştevaniya xwe mezin bikin.”