‘Em ê bi jinên azad re civaka demokratîk ava bikin’ 2025-11-24 09:05:20 Rabia Onver   AMED - Cigira hevşaredara Çinarê Kader Uzun balkişand ser tundiya li ser jinan û da zanîn ku tundî polîtîk, civakî û sîstematîk e û got: “Her roja ku dewlet berpirsyariya xwe nayne cih jiyana jinan hedef tê giritn. Ji bo avakirina civaka demokratîk a bi jinan azad re em têkoşînê mezin dikin.”   Li cîhanê ku jin tên qetilkirin, tundiyê dibînin û mafê wan tê xespkirin, 25’ê Mijdarê dibe roja têkoşîn û berxwdanê. Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê tundiya li ser jinan her diçe giran dibe û jin her sal li dijî tundiyê dadikevin qadan.   ‘Jin li dijî tundiyê li qadan e’   Cigira hevşaredariya Çinarê Kader Uzun derbarê 25’ê Mijdarê de nirxand kir. Kader Uzun li ser girîngiya 25’ê Mijdarê sekinî û da zanîn ku ev roj ligel roja têkoşînê roja hêrs û hêviyê ye jî û wiha domand: “Li Tirkiyeyê 25’ê Mijdarê hem roja hêrs û şînê hem jî roja berxwedanê ye. Rojeke têkoşînê ya navneteweyî ye. Ji laiyekî têkoşîna xwe mezin dikin û li aliyê din jî tundî û qetilkirina jinan didome. Tundî ne tenê fîzîkî ye, psîkolojîk, aborî, civakî ye. Li dijî vê tundiyê jin her roj li qadan e.”   ‘Tundî polîtîk û civakî ye’   Kader Uzun di berdewamiyê de got ji bo berpirsyariyên dewletê bên bibîrxistin, newekheviya zayenda civakî ji holê bê rakirin, 25’ê Mijdarê ji bo jinan wateyek girîng îfade dike û wiha domand: “25’ê Mijdarê ne tenê rojek e. Rojeke piştevaniya bi jinan re ye. Em ê li her qada jiyanê piştgiriya jinan bikin û vê di 25’ê Mijdarê de bidin jiyîn.Tundî polîtîk û civakî ye. Heta ku dewlet berpirsyariya xwe neyne cih wê tundiya li ser jinê kêm nebe. Di xebatên hişmendî û perwerdehiyan newekheviya zayendî jî dikare ji holê bê rakirin. Ligel torên piştevaniya jinan ên rêveberiyên herêmî, divê navendên piştevaniya jinan jî bên zêdekirin.”   ‘Ji bo tundî ji holê bê rakirin divê çandek bê avakirin’   Kader Uzun wiha dawî lê anî: “Ne tenê bi bertekan, divê çandeke ku tundiyê ji holê radike bê avakirin. Torên piştevaniyê di têkoşîn ali dijî tundiyê de hêmansên bi bandor û mirovî ne. Bi peymanên navneteweyî dikare mudaxaleyê dewletan bê kirin û tundiya li ser jinan bê kêmkirin. Ji bo vê divê têkoşîn bê dayîn. Hemû jin li dijî vê li qadan têdikoşin.Têkoşîna jinên Kurd jî li cîhanê di asteke ku dikare mînak bê nîşandanê ye. Em ê têkoşîna civaka demokratîk bi hev re bidin.”