Li herêma Marmarayê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2025-11-25 23:04:07   STENBOL- Lig elek bajarên herêma Marmarayê bi pêşengiya jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin. Jinên tevî qedexeyan daketin kolanan, li Tekîrdag, Kocaelî û Çanakaleyê li dijî tundiya mêr-dewletê meşiyan û peyama têkoşînê dan.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Navneteweyî li Marmarayê bi berxwedana xurt a jinan hat pêşwazîkirin.   Çanakkale   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Çanakkaleyê bi dirûşmeya ‘ji bo jiyan û azadiya me têkoşîn’ bi sedan jin li ber Golf Çay Bahçesî hatin gel hev.   Jinan dovîzên ‘qetilkirinên jinan polîtikin’, ‘Rojîn Kabaîş serhildana me ye’ hildan û dirûşme berzkirin, heta Qada Îskeleyê meşiyan.Îcla Gîtmez daxuyanî xwend û diyar kir ku wê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîna xwe mezin bikin.   Tekirdag   Bi pêşengiya Piştevaniya Jinan a Çerkezkoy ya Tekîrdagê, jin li Qada Çerkezkoy a Şaredariyê hatin gel hev û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin.  Gîzem Kaplan daxuyanî xwend diyar kir ku ew jin li dijî tundiyê bêdeng namînin.   Kocaeli   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Kocaeliyê jin li ber Banka Navendê hatin gel hev. Bi sedsan jinên hatin gel hev ji wir meşiyan Qada Bajar a Kocaeliyê.  Li ser navê girseyê Zeynep Turku Saraç daxuyanî xwend û balkişand ser komkujiya li Dîlovasi û got ewlehiya kar tune hatiye hesibandin, keda jinê hatiye  binpêkirin.