Sevtap Akdag: Bendewariya me butçeyek ji bo nan û aştiyê ye! 2025-12-05 09:02:27   Devrîm Findik   STENBOL - Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag da zanîn ku butçeya 2026’an a Tirkiyeyê beşeke wê ya mezin ji şer re hatiye veqetandin û got avakirina aştiyê ne tiştekî bihaye, divê ji bo pirsgirêkên esas yên civakê rebutçeyek mezin bê veqetandin.   Lijneya Giştî ya TBMM’ê, wê di 8’ê Kanûnê de dest bi hevdîtina Pêşnûme Kanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2026’an bike û wê 14 rojan bidome. Tê texmînkirin ku ji sedî 50’yê butçeya 2026’an ji şer, faîz û sermayê re bê veqetandin. Bi salane ji şer re butçeyek mezin tê veqetandin û hewcedariyên sereke yên gel tune tên hesibandin. Demên dawî de welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û mûçeyê asgarî dibin sînorê birçîbûnê de ye.    Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs a Partiya Wehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag der barê mijarê de axivî.   Sevtap Akdag da zanîn ku hevdîtinên butçeyê 8’ê Kanûnê de destpê dikin û wê du hefteyan bidome. Sevtap Akdag got bendewariya wan ev e ku butçeyek aştiyane û nan derkeve holê.   ‘Avairina aştiyê ne tiştekî bihaye’   Sevtap Akdag diyar kir ku beşek mezin a butçeyaTirkiyeyê ji sanayiya şer re tê veqetandin û got: “Aştî ne tiştekî bihaye. Avakirina aştiyê ne bihaye. Berovajî vê dem aştî bê avakirin lêçûnên ji bo çekan kêm dibe. Wê demê wê ji bo hewcedariyên gel zêdetir butçe bê veqetandin. Di veqetandina butçeyê de tiştên divên bên kirin hene. Malbatên zarokên xwe nikarin bişînin dibistanê divê lêçûnên wan bên girtin. Divê ji bo zarokên diçin dibistanê rojê danek xwarin bê dayîn. Divê mûçeyê asgarî nekeve bin sînorê birçîbûnê. Divê çavkaniyên ku şert û mercên mirovahî ava dikin hebin.”   ‘Butçeya xizanan her diçe kêm dibe’   Sevtap Akdag destnîşan kir ku mirov ji ber krîza aborî bi birçîbûnê re hatine rû hev û wiha dirêjî dayê: “Wezîrê aboriyê dibêje aborî mezin bûye. Em dinêrin hejmar mezin bûne lê sifreyên me her diçin biçûk dibin kêm dibin. Em wek DEM Partî hewl didin hewcedariyên gel derxin pêş. Divê pereyê ji çekan re, ji faîzê re tê veqetandin kêm bibe. We ji xizanan girt da dewlemendan. Em vê ji holê rabikin.”   ‘Divê xizaniya jinê bê dîtin’   Sevtap Akdag di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Divê butçeyek li dijî zayenda civakî hestiyar bê avakarin. Dema butçeye ji bo xizaniyê veqetandin divê xizaniya jinan di serî de bê dîtin. Divê butçeyeke ku xizaniya jinan esas digire bê avakirin. Ji bo meclîs bibe dengê gel divê gel dengê xwe li kolanan bilind bike. Em ji bo hevdîtinên butçeyê tenê lingê meclîsê nanirxînin. Divê li qadê rêxistibûn hebe. Niha lingekî xebatên me yên butçey ya ji bo Nan û Aştiyê li Meclîsê ye. Ji bo ev daxwaz bikevin jiyanê em têdikoşin. Lê em li qadê jî kedek mezin didin. Li bazaran, sûkan em propaganda vê dikin. Hevalên me li qadane. Me 30’ê Mijdarê de li Sancaktepeyê hevdîtina ‘em ji bo nan tên gel hev’ pêk anî.”   Banga têkoşînê   Sevtap Akdag wiha bang kir û bidawî kir: “Em ji bo bêjin butçe ji bo jin, karker, ciwan û xizanan li qadan tên gel hev. Em ê her tim li qadan bin. Divê li her derê gelê me piştgiriyê bide vê têkoşînê. Ji ber vê em ji niha de gelê xwe vexwendiyê têkoşîna Ked û Aştiyê dikin.”