Komun û bîra hevpar (3) 2025-12-05 09:04:27     "Rasthatina şibandinên rêxistinbûna komun-bajar-kanton meclîsê ya Rojava û meclîsa GAL-CGAZ-ACGAZ yên Zapastîsta ne tesadufin. Berovajî vê hemû hêzên şoreşger ji jor ber bi jêr xwe rêxistin dikin û ev balê dikşîne ser felsefeya azadbûnê. Tecrubeya Zapatîsta dengê xwe yê bi hêvî digihîne me. Berovajî esasgirtina desthiatldariya dewletê ya tevgerên sosyalîst yên klasîk, Zapatîstayî bi nêzîkatiya ‘ne bidestxistina deshtilatdariyê, avakirina jiyanê’ tevdigerin."   Azîze Aslan   Zapatîstayiyan ku ferq kirin ku demorkatîkbûna bi gelên din re ji pergal xweser derbas dibe, di pergala xweser de çûn guherînê û saziyên xwe yên wek Hîkumetên Rêveberiya Baş û Şaredariyên Xweser di esasa rexneyî de veguhertin.  Îro bi teşeyên Rêveberiya Xweser a Herêmî (GAL),Kolektîfên Rêveberiya Xweser a Zapatîsta (CGAZ) û Meclîsên Kolektîfa Rêveberiyên Xweser a Zapatîsta (ACGAZ) derbasî teşeyên xweseriya nû ya ne hiyerarşîk bûn. Komun û hevkarî rêgeza vê saziyê ye. Ligel vê ji bo avakirine qadek hevpar jî ev hewcedarî bi vê sazbûnê  hat dîtin.   Bingeha vê rêveberiya nû jiyana civakî ye û ne tenê xweserî, Rêveberiya Xweser a Herêmî yanî GAL e. Di her civaka Zapatîsta de GAL heye. Ev wek komunên di rêveberiya xweser a demokratîk a Rojava de ye. Yanî GAL tovê hemû xweseriyan e. GAL ji aliyê berdevk, komunîsyonan ve tên kordînekirin, girêdayî meclîsên gel in.  GAL hemû çavkaniyên xwe yên rêxistina xweser (wek dibistan û klînîk) û kesên ne ji Zapatîstayiyan jî kontrol dike.  Bikaranîna çavkaniyên xwe baş kontrol dike. Şaşiyan tespît dike dibe meclîsan.   Li gorî rewşên herêmî, hewcedariyên civakî, pirsgirêk û pêşketinan GAL, di bin banê Kolektîfa Hikûmetên Xweser a Zapatîsta de tên gel hev. GAL ku li vir bangan dikin mijarên wan elqeder dike niqaş dikin û digihêjin lihevkirinan. Ev sazbûn di komun, bajarok, meclîsên gel  ên li Rojava de jî rola xwe dilîzin. Di van meclîsan de hevberdevkên xweseriya demokratîk tên diyarkirin û meclîsên astan li gorî hewcedariyên kolektîf banga kombûna meclîsên gel dikin.   CGAZ’ê Zapatîtsa jî bi heman awayî hewce bibînin bi berdevkên her civakê re meclîsê kom dikin. Di qada tenduristî, perwerde, agroekolojî, edalet, bazirganiyê de plansazî tên kirin û bi hewcedariyan re  qadên tên pêşniyarkirin, nîqaşkirin, tên erêkirin an jî redkirin.Di asta CGAZ de kordînatorê her qadê heye. Ev ne merciyên rayedar, kesên ku GAL daxwaz kirine an jî kesên ku ku ji bo kar û barê civakê tînin cih in. Li her herêmê an jî rêveberên CGAZ’ê di rewşên ku bandor li civakê dikin de bang li kombûna meclîsê dikin.   Li cihê ku berê 12 Rêveberiya Baş a Hikûmetê ya Zapatîsta hebûn niha bi sedan meclîsên hikûmetê yên xweser hene. Ev wek yên Rojava, hewcedariyên gel hesas digirin, dibin parçeyek jiyana rojane di vî alî de aktorê pêşeng a jiyana rojane.   Meclîsên Kalektîfa Hikûmetên Xweser a Zapatîsta (ACGAZ) meclîsên gel dişopîne. Ev meclîsên herêmî yên ku ji yekê zêdetir berdevkên CGAZ’ê tîne gel hev e. Dişbiin meclîsên kantona Rojava lê ji Rojava cudatir xwedî rayeya rêveberiyê ne, girêdayî CGAZ’ê ne. CGAZ jî girêdayî GAL in. ACGAZ di esasa daxwazên GAL û CGAZ de dema hewce be meclisan kom dikin û ten dîwanê dikin. Yanî li gorî hewcedarî û daxawzên gel dîwanê ava dikin.   Zapatîstayî bi vê pêkanînê, Komuta Xweserî û Kordînasyona xwe ji Hikûmetên Rêvberiya Baş(JBG) û Şaedariyên Xweser yên Serhildêr a Zapatîstayî(MAREZ) digirin û  ji gelan, civak yanî ji GAL’yan re radigihînin.Meclîsên herêmî (ACGAZ) û bajarokan (CGAZ) ji aliyê gel ve tên rêvebirin, bepirs hesab bidin gel, ji bo pirsgirêkên gel yên tenduristî, perwerde, edalet, hewcedariyên xurekê dixebitin. Her wiha li dijî prisgirêkên karaset, pandemî, mafya, dagirkirin, şert, karasetên din yên pergala kapîtalîst diafirînin jî xebatan dimeşînin.   Girêdayê pêvajoyê Artêşa Rizgariya Neteweyî Zapatîsta (EZLN) têkoşîna parastina cewherî xurt dike û tevli têkoşînê dibe. Zapatîtsayiyan ev pergala nû 10 sal e plan kirine û ev sê sal e jî pêk tînin û Zapatîstayî diyar dikin ku ew têkoşîna xwe û xweseriya xwe didomînin.   Li şûna encamê:Zimanê gerdunî yê komunê   Zapatîstayî di esasa fikra komunê de dema xweseriya xwe ji nû ve ava dikin, raste rast balê dikşînin ser sosyalîzm, şoreş, komunîzm an jî pergala anarşîst. Bi zimanekî zelal û xweser, teşe, fikr û dîroka jiyana hevpar a gelaên berxwedêr ya li dijî pergala baviksalar kapîtalîst vedibêjin. Bi tahayulên xweserî-otonomî ku nîvê wê zêdetir jin ava dikin îfade dikin. Heta niha dilê xweseriyê serhildan dihat zanîn, lê wan bi sedsalan e  dizanibûn ev komun e. Ji ber em navê wê çi daynin jî di dilê avakirina jiyanê de heman tişt heye: Di komunê de rêxistinbûn.   Tecrubeya Zapatîsta ku bi teşeyên komunê yên demên cuda yên dîroka mirovahiyê derketine holê, dişibin hev.  Rêgeza ‘xwe bixwe rêvebirina karkeran’ a Komuna Parîs a 1871’ê dişibe pratîka ‘gel ji aliyê gel ve birêvebirin’ a GAL ya Zapatîsta. Fikrên kontrola kolektîf a hilberîna civakî ya Komuna Parîst dişebe ya Zapatîsta. Di her du tecrubeyan de jî li dijî otorîteya dewletê gel xwe bi xwe rêxistin dike.   Di serê sedsala 20’an de li Ukraynayê Tevgera Makhno, li Ispanyayê kolektîfên anarko-sendîkalîst, di 1960’î deli Şîliyê tecrubeyên kontrola karkeran a dema Allende û konfederalîzma demokratîk a Rojava ya îroyîn, di heman esasa hevpar arêxistinbûna di komunan de ye.   Rasthatina şibandinên rêxistinbûna komun-bajar-kanton meclîsê ya Rojava û meclîsa GAL-CGAZ-ACGAZ yên Zapastîsta ne tesadufin. Berovajî vê hemû hêzên şoreşger ji jor ber bi jêr xwe rêxistin dikin û ev balê dikşîne ser felsefeya azadbûnê. Tecrubeya Zapatîsta dengê xwe yê bi hêvî digihîne me. Berovajî esasgirtina desthiatldariya dewletê ya tevgerên sosyalîst yên klasîk, Zapatîstayî bi nêzîkatiya ‘ne bidestxistina deshtilatdariyê, avakirina jiyanê’ tevdigerin.   Ev nivîs ji hejmara 35’an a dosya ‘sosyalîmza civaka demokratîk’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.