Ji bo keça xwe Cîhan Bîlgîn stran çêkir 2025-12-17 10:29:02   Elfazi Toral-Derya Ren    STENBOL - Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.    Rojnameger Cîhan Bîlgîn bi Rojnameger Nazim Daştan re di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema şopandina nûçeyan de bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatin kuştin. Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.    Gotinên stranê wiha ne:   “Ji bîr nakim, ji bîr nakim   Çav xezala xwe ji bîr nakim   Dernakeve ji vî dilî   Heta serê min girêdin, deynin ser kevirî   Yadê nemayê min got bahar hat û lê bihar nabê   Yadê nemayê dilê min bûye gola xwînê   Yadê nemayê çavxezala min me gîha miradê   Li min nemayê   Cîhana min ciwan bû lê lê dayê   Dayikê hine li desta nekir   Lê lê dayê ez nemamê   Dayik kenek li bejnû balê nekir   Lê dayê li min nemayê   Wexta xezala min tê bîra mino   Êş dikeve serê min   Lê lê dayê   Dişewite kezeba mino lê lê dayê   Ne hekîm û ne doktora hênik nabê     Ji bîr nakim, çavxezalê   Ji bîr nakim bejin ziravê   Dernakeve ji vî dilî”