Çeteyan êrişî gundekî Kobanê kirin: Zarokek hat kuştin 2026-01-25 19:05:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî ku agirbest binpê kirin, gundê Qasimiyê topbaran kir. Di encamê de zaroke keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.   Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikin, li gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê malek topbaran kir.    Di encama êrişa bi obîsan hate kirin de ji malbatekê zarokek keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Kobanê hatin veguhestin.   Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê hatine kirin, navê zaroka şehîd Sabrîn Ehmed Elawî ye û 8 salî ye.   Navên birîndaran jî wiha ne: Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî (5)