Mafên girtiyên ku red dikin nasnameyê hilgirin tên binpêkirin 2026-02-15 09:02:49   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Li girtîgeha Jinan a Şakranê girtî li dijî ferzkirina qerta nasnameyê berxwedana xwe didomînin.  Endama Komîsyona Girtîgehan a ÇHD’ê Gamze Yentur da zanîn ku girtiyên ferzkirina qerta nasnameyê qebûl nakin, gelek mafên wan tên astengkirin.   Li girtîgeha Jinan a Şakranê, ferzkirina qerta nasnameyê didome. Li gorî ferzkirinê, dema girtî diçin revîrê, hevdîtina parêzeran, serdana malbatan, girtina name û pirtûkan, çûyîna nexweşxaneyê divê van qertan ligel xwe bibin. Di vê mijarê de li gelek girtîgehan pirsgirêk nayê jiyîn lê li girtîgeha Şakranê ji bo vê zext li girtiyan tê kirin. Her wiha li gorî sererastkirina di Qanûna Der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Cezayê de jî, îdareya girtîgehê cezayê di vê mijarê de bide girtiyan cezayê ‘şermezarkirin’ ye lê li girtîgeha Şakranê di rewşa girtî vê qertê li ser xwe negerînin bi astengiyên wekê hevdîtinên parêzer û malbatan, mafê tenduristiyê, girtina pirtûk û posteyan re tên rû hev.   Li dijî van binpêkirinan di 10’ê Sibatê de sê girtiyên jin dest bi gireva birçîbûnê kirin. Girtî Zuhal Surucu û Guzîn Tolga ji ber pirgirêkên tenduristiyê navber dan grevê lê girtî Tugcenur Ozbay grevê didomîne.   Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem(ÇHD) ya Îzmîrê Gamze Yentur der barê mijarê de axivî û da zanîn ku li girtîgehê pêkanînên kefî tên ferzkirin.   ‘Sedema zextên li girtîgehan, zextên li derve ne’   Gamze Yentur diyar kir ku sedema herî mezin a zextên li girîgehê zêde bûne, zexta li derve ye û got: “Girtiyê siyasî rê didin ber civakê û ji ber vê jî pêvajoyê civakî ewil bandor li girtîgehan dikin. Demek dirêje zextên li girtîgehan zêde bûne. Mafên wan tên astengkirin. Bi taybet li girtîgeha Şakranê zexta qerta nasnameyê ferz dikin. Lê ji xwe rêveberiya girtîgehê û gardiyan hemû girtiyan nas dikin û dizanin. Niha dest bi pêkanînek wisa kirine. Giştînameyeke wezareta dadê hebû û çû hemû girtîhan. Di hevdîtina hefteyên borî ya li girtîgeha Şakranê dozger wisa agahî da. Lê bi qasî em dizanin  li girtîgeha Kiriklar ev neketiye pêkanînê. An jî hîna bandor li girtiyan nebûye. Lê li Şakranê ne wisa ye.”   ‘Sê girtiyan dest bi grevê kirin’   Gamze Yentur destnîşan kir ku girtiyên ku vê pêkanînê qebûl nakin jî mafê wan tê binpêkirin û wiha bi lêv kir: “Hevdîtinên parêzer û çûyîna runiştinan jî hatin astengkirin. Girtî ji koxuş û hucreyan nayên derxistin. Li ser vê sê muvekîlên me di 10’ê Sibatê de ketin greva birçîbûnê. Lê Zuhal Surucu ji ber tenduristiyê  rakirin nexweşxaneyê û neçar ma navberê bide. Dîsa Guzîn Tolga ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dayê. Lê Tugçenur Ozbay wê grevê bidomîne. Em ê pêvajoyê ji vir şûnde jî bi taybet bişopînin.”   ‘Mafê girtiyan tê xespkirin’   Gamze Yentur di berdewamiyê de daxuyakirin pêkanîna qerta nasnameyê ne raste û got: “Me nîqaşên vê gelek bi dozger re jî kir. Divê ev pêkanîn bê vekişandin. Li Şakranê girtî vê qertê li ser xwe negerînin dikare cezayê şermezarkirinê bê dayîn. Lê mixabin pêkanînan ev bezandiye. Pêşiya hevdîtinan digirin. Asteng dikin. Bi vî awayî mafê hemû girtiyan tên xespkirin. Em ê her tim li cem girtiyan bin û dengê wan bidin bihistin. Werin em bên gel hev xwe rêxistin bikin û têkoşînê bidomînin. Em li dijî van binpêkirinan bisekinin.”