Heyeta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir ji Îmraliyê vegeriya 2026-02-16 18:53:19   ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne danê sibehê çûbû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.   Tê payîn ku heyet der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, daxuyaniyê bide.