Ji 35 saziyên mafên zarokan li dijî binçavkirina banga hevpar 2026-02-18 14:23:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 35 rêxistinên mafên zarokan, girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên zarokan şermezar kirin, daxwaza berdana hemû zarokên girtî û rawestandina tavilê ya pratîkên girtin û darizandinê kirin.   Li Îranê, 35 rêxistinên parêzvanên mafên zarokan, li dijî binçavkirina zarokan û binpêkirina mafên wan ên bingehîn daxuyaniyek hevbeş weşandin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destwerdanên bi zorê yên ku zarok û ciwanan hedef digrin, civakek bi ewle ava nakin, berevajî vê yekê bêewlehî û zirarên kûr û mayînde dihêlin.   Daxuyaniya Hevpar a Saziyên Parastina Mafên Zarokan wiha ye:   Piştî nebûna bersivê ya ji bo nameyên me yên berê, em mîna saziyên civaka sivîl ên ku vê daxuyaniyê îmze kirine, binçavkirina zarokan, vekirina doz û weşandina îtîrafên bi zorê mîna êrîşek li ser rûmeta mirovan û binpêkirina erkên navneteweyî yên mafên zarokan dibînin û şermezar dikin.   Li gorî Peymana Mafên Zarokan, "berjewendiyên baştir ên zarok" û mafên jiyanê û pêşketinê bingeha hemû biryarên der barê kesên di bin 18 salî de ne. Binçavkirin, zexta derûnî û îtirafên bi zorê li dijî van rêgezan e.   Li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, hemû kes xwediyên mafên rûmet, ewlehiya kesane, qedexekirina muameleya biçûkxistin û darizandinek adil in; ev rêgez ji bo zarokan zêdetir girîngtir in. Weşandina îtîrafên bi darê zorê di medyayê de nepenî û rûmeta zarokan binpê dike, gefê li tenduristiya wan a derûnî dixwe û pêşeroja wan a perwerdeyê dixe xeterê. Ketina hêzên ewlehiyê nava hinek dibistanan, jîngeha perwerdeyê vediguherîne atmosfereke tirsê û bêdengiya rayedaran bi berpirsiyariyên qanûnî û exlaqî re ne lihevhatî ye.   35 saziyan di daxuyaniya xwe de wan daxwazan rêz kirin:   “Berdana bê şert û merc a hemû zarok û ciwanên di bin çavan de,   Rawestandina tavilê ya pêkanînên girtin û darizandinê yên li dijî zarokan,   Qedexekirina bê şert û merc a bi tevahî û bê şert û merc a weşandina îtirafên bi zorê yên zarokan di medyayê de,   Astengkirina ketina hêzên ewlehî û qanûnê ya ji dibistan û hawirdorên perwerdeyê,   Pêşkêşkirina piştgiriya lezgîn a derûnî, civakî û perwerdeyê ya ji bo xwendekarên mexdûr,   Ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve der barê xwendekarên ku di xwepêşandanên dawî de zirar dîtine, hatine girtin û rastî binpêkirinan hatine pêşkêşkirina raporek zelal û hesabdayîna ji bo binpêkirinên mafên mirovan.”   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bikaranîna hestên zarok û ciwanan a ji bo armancên siyasî yan partîzanî ji aliyê hemû kes û koman ve tê şermezarkirin û berpirsiyariyeke hevpar e ku mirov pêşî li wan bigre ku bibin amûrên têkoşînên desthilatdariyê û rûmet, ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî biparêze.   Destwerdanên bi darê zorê yên li dijî zarok û ciwanan civakek ewle ava nakin û berevajî vê yekê bêewlehî û zirarên mayînde dihêlin. Berpirsyariya vê pêvajoyê li ser milên biryarderan e û girîng e ku dewlet bi awayekî çalak girêdayî mafên jiyan, mayînde û pêşketina zarokan bimîne.”   Saziyên îmzekar:   1. Tora Alîkariyê   2. Komeleya Ahba   3. Komeleya Dara Çûkê   4. Komeleya Lêkolînên Perwerdeyê ya Pouya   5. Komeleya Pajhwok a Hêviya Zarokan (Pakistan)   6. Komeleya Parastina Mafên Zarokan   7. Komeleya Piştgiriya Zarok û Ciwanên Astengdar   8. Komeleya Piştgiriya Zarokên Karker   9. Komeleya Piştgirî û Alîkariya Zarok û Ciwanên di aliyê Civakî de Lawaz   10. Komeleya Dara Biçûk a Jiyanê   11. Komeleya Evîndarên Zarokan a Pouyesh   12. Komeleya Nivîskarên Zarok û Ciwanan   13. Komeleya Zanîn û Qenciyê   14. Weşanên Peymana Aştiyê   15. Weqfa Pêşxistina Aştî û Qenciyê   16. Komeleya Parastina Zarokên Karker û Kolanan   17. Konseya Pirtûkên Zarokan   18. Qeshm, Giravek ji bo Zarokan   19. Yekîtiya Mamosteyên Îranî (Tehran)   20. Koma Xebatkarên Xêrxwaz û Hevxem   21. Koma Çand û Civakî ya Kiana   22. Dayikên Aştiyê yên Îranî   23. Navenda Hêzdarkirina Mehr a Rastin   24. Enstîtuya Pêşxistina Kalîteya Jiyana Jinan a Athena   25. Enstîtuya Mirovahî û Zehmetiya Erk   26. Enstîtuya Pêşveçûna Ordibehesht   27. Enstîtuya Efsûna Bûka Baranê   28. Enstîtuya Rahman (Mezinbûn, Piştgirî, Raman)   29. Enstîtuya Pêşveçûna Jêhatîbûna Zarokan a Mehr   30. Enstîtuya Hêzdarkirina Mehr û Mah   31. Enstîtuya Hêzdarkirina Nedaye Mandeghar Darvazeghar   32. Enstîtuya Çalakvanên Civakî ya Farzaneh   33. Enstîtuya Navid Zendige Kusha   34. Enstîtuya Alîkariya Zarokan a Pouya Kar   35. Weqfa Alîkariya Zarokan a Tabatabaeî