Ji TJA'yê çalakiya 8'ê Adarê 2026-02-18 16:27:06   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi şîara "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" dest bi çalakiyên xwe kir.    TJA ji bo nîqaşkirina pêvajoyê û şîrovekirina îdeolojiya rizgariya jinan serdana gund û taxan dike, serdana malan dike û bi jinan re dicive. Di vê çarçoveyê de, TJA li navçeya Peyas a Amedê li 500 malan bi jinan re civiya. Di civînan de, ku tê de îdeolojiya rizgariya jinan hate şîrovekirin, li ser yekîtiya gelê Kurd a li hember êrîşên li ser Rojava jî hate axaftin.