Li dibistaneke Amedê 14 zarok jehrî bûn 2026-02-20 13:30:39   AMED – Li Dibistana Navîn a Înonu ji ber civayê 14 zarok jehrê ketin.     Li Dibistana Navîn a Înonu ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji ber civayê gelek zarok jehrî bûn. Hat zanîn ku zarokek ji dibistanê civa bi xwe re biriye dibistanê û ji ber temasê gelek zarok jê bi bandor bûne û jehrî bûne. Li ser vê yekê bang li ambûlansê hat kirin.   Di bûyerê de 14 zarokên ku jehrî bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.  Herwiha hat gotin ku gelek zarokên dine jî ji cîvayê bi bandor bûne. Piştî bûyerê jî li şûna ku zarokan ji dibistanê bişînin malên wan, rêvebiriya dibistanê zarok kom kirin û derbasî polan kirin.   Malbatên zaroêên din ên li dibistanê jî ji ber bûyera pek hat bi fikarin.