Name û pirtûkên ji rojnamegeran re hatine şandin paşve vegerandin 2026-02-23 14:02:16   STENBOL - Name û pirtûkên ku ji aliyê MKG ve ji bo piştgiriya bi rojnameger Nadiye Gurbuz, Pinar Gayip û Elif Bayburt re hatine şandin, ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ve nehatin qebûlkirin, bi hinceta qedexeya rêveberiya girtîgehê nehatin qebûlkirin.   Name û pirtûkên ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve ji bo piştgiriya bi rojnameger Etkin Haber Ajansı (ETHA) Nadiye Gürbüz, Pınar Gayıp û Elif Bayburt re hatine şandin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatin qebûlkirin. Hat diyarkirin ku pakêtên k di 18'ê Sibatê de ji şaxa Şîşliyê ya PTTyê bi rêya nameya qeydkirî hatine şandin, bê radestkirin hatine vegerandin.   Rojnamgerên jin bertek nîşanî, pêkanînan rêveberiya girtîgehê dan.